Rojnamevana Îranî: Em ê paşve venegerin
Rojnameger Maede Emînî li Îranê çalakiya bê îtaetiya sivîl pêkanî, wêneya xwe ya ku hicabeya ferzkirî derxistiyê parve kir. Rojnamevan di parvekirina xwe de xitabê şefa polîsa Îranê kir û wiha got: “Em ê careke din nabin heman kes û emê paş ve venegerin.”
Navenda Nûçeyan – Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, 7 meh li pey xwe hişt. Li welatê ku berxwedan lê berdewam dike, jin tevî zext û qedexeyên dewleta Îranê jî gav paşve navêjin. Rojnamevan Maede Emînî çalakiya bêîtaetiya sivîl pêkanî û wêneya xwe ya ku hicabeya ferzkirî derxistiyê li ser hesabên medyaya dîjîtal parve kir.
Maîde Emînî bi parvekirina xwe ya bi wêneyan re xitabê şefê polîsê Îranê Ehmed Riza Radan kir de, wiha got: "Em ê careke din nebin heman kes, ev fîlm çîroka rast a jiyana bi milyonan e, em ê paşve venegerin. Min beriya fikra rakirina hicabeya ferzkirî tirsiyam. Min ewqas sal çawa tehemûlê li vî perçeya lanetkirî ya qumaşê kir?”
Qedexe nas nekir
Parvekirina wêneyên bêhicabe ya rojnameger ya ji 15’ê Nîsanê ku cezayên li dijî kesên dijî qedexeya hicabeya mecbûrî derdikevin bal kişand, ji aliyê bikarhênerên medyaya dîjîtal ve wekî peyama ku qedexeyê nas nake daye, hate şîrovekirin.