Rojnamevan Nîmet Olmez beraat kir

Rojnamevan Nîmet Olmez, li ser giliyê serokê bajar yê AKP Zeydîn Kaya ji doza ku bi sûcê ‘Li dijî erkdarên civakê heqaret’ dihat darizandin beraat kir.

Navenda Nûçeyan – Derbarê rojnamevan Nîmet Olmez li ser gilyê Zeydin Kaya yê AKP yî ku parvekirinên medyaya dijîtal weke hincet nîşan da de, ji doza ‘Li dijî erkdarê civakê heqaret’ lê hatî vekirin, beraat kir.

Di danişîna li 1’emîn Dadgeha Cezayî Giran ya Hakkarî hatî dîtin de Nîmet Olmez û parêzerên xwe bejdar bû. Nîmet Olmez diyarkir ku di parvekirinê de heqaret nîne û got: “Min xwest balê bikêşim ser bûyerek civakî. Piştî ku zarokek 13 rastî êrişa zayendî hate û berbi întiharê ve hate kişandin min nedikarî bêdeng bimînim. Ev bûyer ji xwe di civakê de bû nûçe, gelek nirxandin hatin kirin, min ji li ser van nêrînan parvekirin kir. Bi xwe piştre di daxuyaniya dayî çapemeniyê de îfadekir ku di dosyayê de parêzer ninbû. Dema ku anî ziman ku ne erkdarê civakê ye ne bûbû sûc. Di heman demê de ji ber ez rojnamevanim gotinên min di çarçoveya azadiya îfadeyê bû. Ez daxwaza beraata xwe dikim.”

Dadgehê derbarê Nîmet Olmez de biryara beraatê da.