Rojnamevan Kibriye Evren û Selamet Turan sewqî edliyê hatin kirin

Rojnamevan Kibriye Evren û Selamet Turan a li emniyetê piştî karê îfadeyê qediya, sewqî edliyeyê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Kibriye Evren û Selamet Turan ku  di 9'ê Sibatê di serdegritina malan de hatin binçav kirin, piştî sê rojan di bin çavan de man û kar û barên îfadeyên wan li emniyete temam bûn sewqî edliyê hatin kirin.

Rojnamevan Kibriye Evren di 9’ê Sibatê danê sibê di serdegirtina mala wê ya li navçeya Tûzla ya Stenbolê de hat binçavkirin, piştî 3 roj binçavkirinê sewqî Edliyeya Kocaeliyê hat kirin. Bi hinceta ku di sala 2021'an de ji hevalê xwe yê girtî re pere şandiye bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "fînansekirina rêxistinê" hat sûcdarkirin, hat binçavkirin. Duh îfadeyên wê ya li Şaxa TEM'ê ya Kocaeliyê bi dawî bû. Piştî îfadeya wê ya emniyetê xilas bû îro sewqê edliyeyê hat kirin. Ji bo îfadeyê ji emniyetê sewqê dozgeriyê hat kirin.

Rojnameger Selamet Turan di 9'ê Sibatê de li Cizîrê hat binçavkirin anîn Amedê. Bi çarçoveya lêpirsîna Serkomariyê Komarê ya Amedê Selametê li mala xwe ya Cizîrê hat binçavkirin û ew anîn Amedê. Rojnameger Selamet Turan a li emniyetê karê wê yê îfadeyê qediya, sewqî edliyeyê hat kirin. Tê payin îfadeya dozgeriyê ya Selamet Turan bê girtin.