Rojnamevan Faiza Wasef û hunermend Fakhry Khoroush jiyana xwe ji dest dan

Rojnamevana Misrî Faiza Wasef ku nêzî nîv sedsal e di televîzyon û radyoyê de dixebitî, piştî têkoşîna bênavber a li dijî nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest da. Hunermenda Îranî Fakhry Khoroush jî di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevana Misrî Faiza Wasef, di 11’ê Hezîranê saetên serê sibehê de piştî têkoşîna xwe ya bênavber a li dijî nexweşiya xwe, jiyana xwe ji dest da. Hunermenda şano, sînema û televîzyonê ya Îranî Fakhrî Khoroush, 10’ê Hezîranê li Los Angelesê jiyana xwe ji dest da.

Di xebatên rojnamegeriyê de girîngî da mijarên civakî

Rojnamevan Faiza Wasef ku ji Enstîtuya Hunerên Dramatîk Beşa Lîstikvanî û Derhêneriyê mezûn bû, di tevahiya kariyera xwe ya çapemeniyê de girîngî da mijarên civakî. Faiza Wasef her wiha bernameya "Jiyana Min" ku 36 salan pirsgirêken malbatî û qeyrana veguherîbû rêzefîlmek dramatîk, pêşkêş kir.

Rojnamevan Faiza Wasef di destpêka kariyera xwe ya hunerî de, bi taybetî di sala 1963’an de dema ku bi bernameya "Strana Rojê" di radyoyê de dixebitî, piştre derbasî televîzyonê bû, bernameya "Peyam" û bernameya "Jiyana min" pêşkêş kir.

Hunermend û sînemagera Îranî di gelek fîlman de cih girtibû

Li aliyê din hunermenda şano, sînema û televîzyona Îranî Fakhrî Khoroush, 10’ê Hezîranê roja Şemiyê li Los Angelesê jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Fakhrî Khoroush ku di 31’ê Gulana 1929’an de ji dayik bûye, di warê lîstikvaniyê de rolên cuda girt. Hunermend Fakhrî Khoroush ku fîlmên wê yên dawî di salên 90’î de çêbûne û piştî koçkirina Amerîkayê di tu xebatên lîstikvaniyê de cih negirtiye.

Hunermend Fakhrî Khoroush, "Zilamê krîstal", "Agirê Tara û Çîlek", "Prensa Tesetur", "Merhaba Bay”, "Chestrang Bad", "Birûsk", “Nalet”, “Başûrê Bajêr”, “Mala di Tarîtiyê de” û “Ji Tarîtiyê Ronahîtir” jî di nav de di zêdetirî 40 fîlman de rol girt.