Rojnamevan Evrîm Kepenek bi kelepçeyan hat binçavkirin

Edîtora Bianetê Evrîm Kepenek piştî lêgerîna saetêka piştî serdegirtina malan a polîsan bi kelepçekirinê hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Polîsan avêtin ser mala edîtora bianetê Evrîm Kepenek.

Polîsên girêdayî Şaxa Emniyetê ya Beyogluyê îro danê nîvro avêtin ser mala rojnameger. Polîsan xwestin li malê lêgerînê bikin. Li ser îtîraza Evrîm Kepenek û hevalên wê, muxdar hat gazî kirin. Polîsên ku li benda hatina parêzer nesekinin, bi hatina muxdar re bi kamerayan li malê lêgerin kirin.

Piştî lêgerîna saetekê ya  li malê Evrîm Kepenek bi kelepçeyên plastîk hat binçavkirin. Der barê sedema binçavkirina wê de hêj ti agahî nehatin bidestxistin.