Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê hat bi bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Rojnamevan Denîz Firat hat bîranîn.

Mexmûr - Rojnamevan Denîz Firat dema ku di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirî, ew berxwedaniya ji bo şikandina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dihat kirin bi cihanê re parve bike dişopand. 8’ê Tebaxa 2014’an dema ku nuçe dişopan giran birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Bi boneya 7’emîn salvegera bîranîna Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê daxuyanîya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan cihê ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 234’an de lê dewam dike hat dayîn. Di daxuyaniyê de bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de dayik û bavê Denîz Firat, çalakvanên greva birçîbûnê û welatiyên wargehê amade bû. Daxuyanî ji aliyê Rojnamevan Mizgîn Orhan ve hat xwendin. 
“Emê şopdarê Denîz bin”
Daxuyanî wihaye: “Em rêhevala xwe rojnamevan Şehîd Denîz Firat û di şexsê wê de tevahî şehîdên çapemeniyê ên ku li ser şopa heqîqetê ked dane û tevahî berxwedêrên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kirine û gihane şahadetê bi rêzdarî bibîrtînin. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yên dijî mirovahiyê bi destê dewletên nîjadperest hatin avakirin û êrîşî gelek deverên Kurdistanê kirin. Ji Kobanê heya Şengal û Mexmûrê êriş û konsepta tunekirinê ya ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin hat pêkanîn. Li hemberî vê konsepta tûnekirin, îmha û qirkirinê bi pêşengiya şervanên azadiyê ji Kobanê heyanî Şengal û Mexmûrê her qadekî vegeriya kelhên berxwedanê yên parastina rûmeta mirovahiyê. Di encama vê êrişê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye pêkanîn de, 8’ê Tebaxa 2014’an rêhevala me Denîz Firat ku êrişên DAIŞ’ê yên li ser wargehê dişopand û li ser şopa heqîqetê rastiya dihat jiyîn ji tevahî mirovahiyê re radigihand hat şehîd xistin. 
Deniz bi kesayeta xwe ya dil nizim, têkoşer û welatparêz ji me re bû çavkaniya hêz, mînak û morala herî mezin a bûyîna lêgerînvanê heqîqetê. Rêhevala me Denîz bi keda xwe ya giranbuha, bi pênus û dîmenên xwe di oxira lêgerîna azadiyê de heya dawiyê têkoşîn kir û rastiyê ji mirovahiyê re ragihand. Ew konsepta qirkirin û tunekirinê ya ku bû sedemê şahadeta rêheval Denîz Firat îro jî berdewam dike. Lewra li çar aliyên Kurdistanê li ser hebûna Kurdan êrişek pir mezin a nîjadperest di binya konseptek nû ya qirkirinê de dixin meriyetê. Weke rojnamevanên li ser ked û mîrateya nasname û xeta çapemeniya azad a ji Gurbetelliyan heyanî Denîzan û Nûjiyanan hatiye avakirin, kar û xebatên ragihandinê dimeşînin erka me ya herî sereke, bi şopandina heqîqetê ragihandina rastiyê ye. Bê guman xwedî derketina keda wan encax bi pêkanîna erk û berpirsiyariya ku weke mîrate wan ji me re hiştine, gengaz e. Em carek din di 7’êmîn salvegera şahadeta rêhevala xwe Denîz Firat de, tevahî şehîdên ragihandina azad bi rêz û minnetdarî bibîr tînin. Soza xwe ya li ser şopa heqîqetê bilindkirina têkoşîna wan û pêkanîna armancên wan dûbare dikin.”
“Emê li keda Denîz xwedî derbikevin”
Piştî daxuyaniyê dayika Denîz Firat jî got: “Her sala ku derbaz dibe weke buyer nû qewimiye, ji bo min êşek gelek girane lê belê ji ber ji bo doza azadiya Kurdistanê têkoşîn kiriye em bi keda wê serbilindin. Em qet keda wê ji bîr nakin. Ya ji me tê em li ked û pênusa şehîdên xwe xwedî derbikevin, tişta ku şehîdên me ji me dixwaze eve.”