Rojnamevan Berîtan Canozer hat tahliyekirin

10’emîn dadgeha cezayê giran a Amedê der barê rojnemavan Berîtan Canozer de bi şertê kontrola edlî biryara tehliyê da.

Amed- Dadgehê der barê Nûçegihana JINNEWS'ê Bêrîtan Canozer a ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 25'ê Nîsanê de bi 4 hempîşeyên xwe hatibû binçavkirin, biryara demkî da.

Îdianameya ku di çarçoveya lêpirsîna ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" de hat amadekirin ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Heyeta ku li ser dosyayê lêkolîna binçavkirinê kir, bi şertê kontrola edlî biryara berdana Bêrîtan Canozerê da.

Tê payîn ku Bêrîtan Canozer piştî biryara şandina girtîgehê bê berdan.