‘Rojnamegerî nabe ku were darizandin’

Di daxuyaniya ku der barê 16 rojnamegerên 9 meh in îdianameyên wan nehatine amadekirin hat dayîn de, ji rêxistinên girseyî re banga hevgirtinê hat kirin û ji dozger û dadgeran re jî wiha hat gotin: "Rojnamegerî nayê darizandin."

Navenda Nûçeyan- Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo rojnamegerên ku ev 9 meh in bêyî amadekirina îdianameya wan li girtîgehê tên girtin, daxuyaniya çapemeniyê dan.

Ji daxuyaniya li ber Edliyeyê Amedê de malbatên rojnamegerên girtî, hempîşeyên wan, hevserokên Partiya Demokratîk a Amedê (HDP) Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, parlamentera HDP’ê Remziye Tosun tevli bûn. Daxuyaniya tirkî ji aliyê Sekreterê Giştî yê DFG’ê Cûma Daş, ve Kurdî jî, ji aliyê Endama MKGP’ê Roza Metîna ve hat xwendin.

‘Pêvajoya girtinê veguheriye îşkenceyê’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên li ser rojnamegeran tên meşandin û hat bibîrxistin ku di ser girtîna 16 rojnamegeran de 9 meh derbas bûne. Daxuyaniyê bi van gotinan berdewam kir:

“9 meh di ser girtina 16 hevalên me yên rojnameger de derbas bû. Li wir îdianameyeke hatiye amadekirin tune ye. Pêvajoya girtinê veguheriye îşkence û înfaza bê daraz. Dozgerê dosyayê ku divê vê îşkenceyê ji holê rake ji bo girtina neheq li hincetan digere. Em ji dozgerê ku dibêje ‘dokumanên dîjîtal pir zêde ne’ vê pirsê dikin: ‘Gelo ne zêde ye ku ev rojnameger ewqas roj in girtî ne?’ Medyaya alîgir jî dema hevalên me di bin çavan de bûn diyar kiribû ku dokumanên bernameya 80 saetî hatine lêkolînkirin û li vir îdia kiribû ku têkiliyeke rêxistinî hatiye danîn. Diyar e ku dozgerê ji wan dokumanên bernameya 80 saetî ‘endamtiya rêxistinê’ dernexistiye vê carê bi pey lêkolîna dokumanên dîjîtal ên cuda ketiye. Dozger diyar kir ku ji ber erdheja ku hê beriya mehekê çêbû, dokumanên dîjîtal negihîştine ber destên wan û ev yek jî bi dîtina xisarê ya miduriyeta polîsan ve gire da. Em jî vê yekê dipirsin û dibêjin we 8 mehên berî erdhejê çi kir, we çima amade nekir?”

‘Kanê darizandina serbest esas bû’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev helwesta dozgerê dosyayê jî nîşan dide ku îddianame ne ji aliyê dozger ve ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin û wiha hat gotin: “Li cihê ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê mudaxeleyî vê rewşê bike xwe li pişt hinceta ‘Dokumanên dîjîtal pir zêde ne’ vedişêre. Dev ji vê yekê berdin. Madem hûn dibêjin ev lêpirsîneke berfireh e wê demê hûn çima dozgerê vê lêpirsînê ji dosyayên din muaf nakin? Madem hûn dibêjin ‘Dokumanên dîjîtal pir zêde ne’ wê demê hempîşeyên me berdin û wiha îddianameyê amade bikin. Kanê darizandina girtî îstîsna, darizandina serbest esas bû?”

‘Bi lêpirsîn û dozan hûn nikarin pênûsa ku heqîqetê dinivîsîne rawestînin’

Di daxuyaniya ku hat ragihandin girtina 16 rojnamegeran a 9 mehan li girtîgehê veguheriye cezakirinê, bi van gotinan bang li dadger û dozgeran hat kirin: “Dev ji tevgera bi talimata desthilatdariya ku îro heye lê sibehê tune ye, berdin. Ji vê şaşîtiyê vegerin, dev ji sepanên neheq û bêhiqûqî berdin. Ji ber rojnameger di bin sîwana desthilatê de weşana xwe nakin, wan nedarizînin. 16 hevalên me demildest berdin û îddianameya wan amade bikin. Wê astengî, girtin, lêpirsîn û doz nikaribin pênûsa heqîqetê bitewînin. Rojnamegerî nikare bê darizandin.”