Rojnamegerên Yemenî: Divê binpêkirinên li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
Rojnamegerên Yemenî yên beşdarî sempozyuma “Ji bo rastî nemire” bûn, bal kişandin binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegerên Yemenê tê kirin û gotin, “Divê binpêkirinên li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin.”
RANÎA ABDULLAH
Yemen – Bi boneya roja cîhanî ya bidawîhatina bêcezakirina tawanên li dijî rojnamevanan, roja yekşemî 3’ê Mijdarê bi sernavê “Ji bo rastî nemire” li Taizê ya başûrê rojavayê Yemenê ku şerê navxweyî 10 sal in lê didome sempozyum hat lidarxistin.
Di sempozyuma ku ji aliyê Mala Çapemeniyê û Weqfa Ragihandinê û Pêşketinê ya Qarar (Press House ve Qarar Foundation for Media and Development) ve hat organîzekirin de, sedemên bêcezabûna tawanên li dijî rojnamegeran û bandora wê li ser xebatên rojnamegeriyê, rewşa niha ya azadiya çapemeniyê li Yemenê, binpêkirinên li dijî rojnameger û saziyan û vekolîna mekanîzmayên ku dê berpirsên tawanan bihesibînin hat nîqaşkirin.
Banga kêkolînkirina binpêkirinên li dijî rojnamegeran
Gelek rojnamevan, hiqûqnas û akademîsyen ji beşên cuda beşdarî sempozyumê bûn. Di sempozyûmê de axaftinên rojnamevan Mehmûd El-Etmî ku li dijî wî û hevjîna wî sûîqestek hat kirin, axaftinên kevin ên rojnamevan Raşa El-Herazî ku di dawiya sala 2021’an de li Adenê jiyana xwe ji dest da û rojnamevan Essam Balghaith ku ji Hûsiyan hat berdan, hatin guhdarkirin.
Mehmûd El-Etmî di axaftina xwe de daxwaz ji Dadgeha Tawanan a Navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku lêkolînê li ser hemû tawanên ku li dijî rojnamevanên Yemenî tên kirin bê lêkolînkirin û kesên li dijî rojnamevan û xebatkarên medyayê binpêkirinan dikin bên darizandin. Her wiha destnîşan lir ku hemu rojnameger di bin vê daxwazê de dibin yek.
‘Divê hewldan bên zêdekirin’
Endamê Komîteya Niştîmanî ya lêkolîna li ser binpêkirinên mafên mirovan dadwer Îşraq El-Meqterî di axaftina xwe de, bal kişand ser mekanîzmayên ku divê li ser kar bê kirin da ku tawanên ku li dijî rojnamevanan tên kirin bê ceza nemînin û amadekarî bên kirin. Îşraq El-Meqterî anî ziman ku divê hewldanên ji bo amadekirina dosyayên qanûnî yên di navbera rojnamevan û saziyên pêwendîdar de, bi taybetî Sendîkaya Rojnamegerên Yemenê ji bo pêşîgirtina li windabûna van dozan bên zêdekirin.
Dîrektora Îcrayê ya weqfa Qerar Gaza Yahya jî got: “Her sal, di roja navneteweyî ya bidawîkirina bêcezakirina sûcên li dijî rojnamevanan de, em xemgîn dibin ji ber ku em kiryarên binpêkeran li dijî rojnamevanan li Yemenê dibînin. Malbatên qurbaniyan tekoşîna xwe ji bo bidestxistina edaletê didomînin.”
‘Pêdivî bi rawestinek cidî heye’
Rojnameger Na'im Khaled jî bal kişand li ser kiryarên Husiyan ên li dijî rojnamegeran û got: "Hûsiyan hunera dîtina qurbaniyên nû bi taybetî di medyayê de bi dest xistine. Eger em behsa qurbaniyan bikin, rojnamevan Reşa El-Herazî ku yekser piştî teqîna otomobîlê bi pitika xwe ya nezayî re hat kuştin, rojnamevan Mehmûd El-Atmî ku ji ber birînên xwe yên giran û teqîna ku di 9’ê Mijdara 2021’an de pêk hat, ji bo dermankirinê şandin nexweşxaneyê. Gelek qurbanî hene, di nav wan de hin kesên derdor birîndar bûne û bi sivikî birîndar bûne."
Her wiha destnîşan kir ku tawan ne xwedan qanûnek sinordarbûnê ye, ji ber vê yekê bi rastî pêdivî bi rawestînek cidî heye da ku cezayek guncaw ji tiştên ku Hûsiyan dikin.