Rojnamegerên Lîbyayê: Divê ji bo felaketê xebatên cidî werin kirin

Rojnamegerên jin diyar kirin ku ji bo asta felaketa lêhiyê ku li Lîbyayê çêbû derbikeve holê xebatên cidî werin meşandin. Rojnameger ruxmê qutbûna înternet û kehrebeyê hewl didin dengê lêhîzedeyan bigihîjînin cîhanê.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bingazî – Bahoz û barana ‘Daniel’ ku li navenda Derya Spî bi bandor e, di 10’ê Îlonê de li bajarên Rojhilatê Libyayê yên weke Bingazî, Beyda, Merc, Sise û Derneyê bû sedema felaketên mezin. Bi hezaran kesên ku di felaketa lêhiyê de winda bûn, hê jî der barê hejmara miriyan de zelalî tune ye. Rêxistina Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya koçberan, aşkera kir ku ji ber felaketa lehiyê hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne li gorî texmînan weke 43 hezar û 59 kes in. 

Rojnamegerên jin ên Lîbyayê Hoda Al-Abdalî û Salima Al-Khafifî diyar kirin ku hewl didin asta felaketa lehiyê û dengê lêhîzedeyan bigihîjîn derve û der barê herêmên erdehjê de nirxandin kirin.

‘Ji bo asta felaketê diyar bibe pêwîstî bi xebatên cidî heye’

Hoda Al-Abdalî da zanîn ku beriya felaketa lehiyê nûçeyên ‘wê bahoza Daniel çêbibe’ hatin weşandin û got: “Der barê asta xisarê de xebatên min hene, bi hilweşîna herdu bendavan re asta felaketê zêde bû. Ji ber vê jî divê xebatên cidî werin kirin. Di dema ku kareset ket rojeva ragihandinê de, bi taybetî di rojên destpêkê de zanyariyên tam nehatin dayîn. Li ruxmê vê bi saziyên cuda yên dewletê re bi hevkarî ji bo dane û zanyariyên rast werin bidestxistin em xebitin.”

‘Armanca me parvekirina agahiyên rast e’

Hoda Al- Abdalî der barê felaketa ku li bajarên Rojhilatê Libyayê, Derne, El-Vardiyye, Sousse û Rasul- Hilal de çêbûye, xemgîniya xwe anî ziman û got: “Bi hezaran mirovan ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dan, ragihandina navneteweyî û xwecihî, ji bo asta êşên ku li Derneyê hatin kişandin nîşan bide xwedî rolek girîng e. Ji derveyî xisara ku di encama bahozê de derket, ji bo bajarên din ên li Rojhilat Ksoussa, Shahat, Wardiya, Bayda û bajarên din bi şev û roj dixebitin. Armanca me ew e ku em ji hemû aliyan ve li ser rewşa karesatê rawestin û agahiyên rast bigihîjînin civakê.”

‘Me bala xwe da ser alîkariyên mirovî û çîrokên mirovan’

Edîtora Nûçeyan a Lîbyayê Salima Al- Khafifi destnîşan kir ku bi zêdebûna asta xisarê re leza nûçeyan jî zêde bûye, nûçeya felaketa ku li ser bajarên Rojhilatê Libyayê çêbûye bi lez derbas kirine û wiha got: “Bi taybetî ji ber berê li Lîbyayê tu afetên xwezayî nehatibûn jiyîn, lehî bû sedema xemgîniyek mezin û her kes şaş û metel ma. Ji bo mijarên ku di ragihandinê de cih digrin bi awayekî asan werin destgirtin û zanyariyên şaş nayên parvekirin em bi hinek hevalên rojnameger re bi awayekî koordîneyî xebitîn. Ragihandina xwecihî alîkariyê ji bo mirovên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye were kirin, me agahiyên der barê kesên ku ji afetên xwezayî bi bandor bûne de nûçe çêkirin. Ji derveyî xebatên me yên xwecihî û tîmên alikariyê yên navneteweyî di nava Lîbyayê û ji derveyî alîkariyên mirovî yên ku tên bajar, me bal da ser çîrokên mirovan.”

 ‘Qutbuna înternet û kehrebeyê bandorê li têkiliyan dike’

Salima Al-Khafifi bi bîr xist ku zanyariyên bi nakok, kêmaniyên daneyên fermî, bandorê li xebatên rojnamgerên ku karesata li Derneyê dikin nûçe dike û got: “Me tenê ji agahiyên ku ji aliyê wezareta tendirustiya Libyayê ve hatine belavkirin bawer kir. Ji ber ku her dem kehrebe û înternet qut dibe weşandina nûçeyên me tên astengkirin û têkilî bi temamî tên qutkirin.”