Rojnamegerên jin ên girtî ji namzetê serokomariyê re nameya vekirî şandin
Rojnamegerên jin ên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, nameya vekirî ku ji namzetê Serokomariyê Kemal Kiliçdaroglû re şandin. Di nameyê de rojnamegeran têkildarî binpêkirinên li girtîgehan re pêşniyarên çareseriyê xwest.
Enqere- Ji Hilbijartina Serokomariyê û hilbijartinên serdema 28’emîn a giştî ya parlamentoyê Tirkiyeyê bên kirin 20 roj man. Edîtora JINNEWS'ê Habîbe Eren, Nûçegihana JINNEWS'ê Oznur Deger, Midûrê Karên Nivîsê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegihanên MA'yê Berîvan Altan û Ceylan Şahînli yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtî ne, ji namzetê Serokomarî Kemal Kiliçdaroglu re nameyeke vekirî nivîsandin.
'Em li girtîgehan dibin şahidê binpêkirina mafan'
Rojnamegerên ku di nameyê de bi bîr xist ku ketiye pêvajoyeke hilbijartinê ya dîrokî, wiha gotin, “Em wek rojnamegerên jin ên ku di vê dema ku darazê siyasîbûye, bêalîbûna xwe windakiriye, ji ber nûçeyên ku çêdikin li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne, ev pêvajo ji nêz ve dişopînin. Bi mehane li girtîgehan sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, binpêkirinên mafan ên wek binpêkirina mafê jiyanê, tecrîd, pêşîgirtina li mafê tenduristiyê, şewitandina darvekirinê, îşkence û muameleya xerab tên kirin.
'Hûnê ji bo li girtîgehan edalet bê pêkanîn, çi polîtîkayan bimeşînin'
Rojnamegeran diyar kirin ku ji bêparbûna azadiyê îşkenceyek mezintir nîne û diyar kirin ku ev rewş di daxuyaniyên gerdûnî de weke "mirina sivîl" tê pênasekirin. Rojnamegeran anîn ziman ku lê belê pêkanînên dijmirovahî yên îro li girtîgehan tên kirin, ne xwedî bingeheke mirovî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî ne û wiha gotin:
“Dema em ber bi vê hilbijartina dîrokî ve diçin, hêviya herî mezin a civakê pêkanîna edaletê ye. Hûn ji bo edaletê ku hûn vê pêvajoyê gelek caran dîtin li ser ziman, li girtîgehên ku bûne navenda bêedaletiyê, ji bo pêkanîna edaletê polîtîkayên çawa bimeşînin? Em wek rojnamegerên jin ên girtî meraq dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêkên ku me rêz kirine pêşniyarên we çi ne.” Rojnamegeran di nameyê de xwestin Kemal Kiliçdaroglu bersiva van pirsan bide:
“*Di dîktatoriyên faşîst de jî girtiyên nexweş nayên darvekirin, li girtîgehên Tirkiyeyê tenê di sala 2022’an de 75 girtiyên ku piraniya wan nexweşên wan giran bûn hatin bi ‘filî’ hatin darve kirin. Girtiyên nexweşên giran ên ku ji mafê xurek û xizmetên tedawiyê bêpar in, bi vî awayî mehkûmê mirinê tên kirin. Ma hûn ê ji bo taloqkirina berdana girtiyên nexweş ên giran ku li dijî van hemû pêkanînan li ber xwe didin, bêyî ferq û cudahî rêkûpêkek giştî çêbikin?
*Gelo hûn difikiin ku Lijneyên Îdare û Şopandinê (IGK) ku piştî di 1’ê Çileya 2021ê de ket meriyetê, xwe dixe li şûna dadgehê, bi biryarên keyfî û neqanûnî, bê qeyd û qanûnî, serbest berdana girtiyan asteng dike rabikin? Hûn ê ji bo çareserkirina mexdûriyeta ew du sal in di vî mijarê de tên jiyîn gavan bavêjin an ne?
*Hûn ê pêkanînên nîjadperestî, zayendperest, mîlîtarîst û îstîsmara olî yên li girtîgehan ji holê rakin an ne?
*Ji bo şert û mercên giran ên tecrîdê yên li ser girtiyên ku cezayê giran li wan hatiye birîn a ku di raporên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) de bi awayekî zelal xuya dike, çareseriyek we heye? Hûn ê dawî li rejîma înfaz a girêdayî tecridê bînin?
*Li ser biryara Komiteya Weziran a Konseya Ewrupayê (AKBK) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê binpêkirinan da de, hûn ê ji bo derfetên serbestberdana bi şert a girtiyên ku bi cezayên giran ên ku weke 'mafê hêviyê' ku ji bo biryarên Tirkiyeyê gavên berbiçav bigre tê binavkirin, gavên berbiçav bavêjin an ne?
*Gelo hûnê ji bo ji holê rakirina newekheviya di qanûna înfazê de û ji bo pêşî girtina bi hezaran zarokên di navbera 12-17 salî de nekevin girtîgehê, verastkirinek bikin an na?”