Rojnamegerên hatin sirgûnkirin kirin hucreyê

Hate hînbûn ku rojnamegerên di roja rojnamegeran de sirgûnî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin di hucreyan de tên ragirtin.

Navenda Nûçeyan – Ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di 19’ê Kanûnê de dema nûçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, di 21’ê Kanûnê de li Qada Şîşhane ya Beyoglû ya Stenbolê çalakiyek hate lidarxistin. Rojnameger û parêzvanên mafên mirovan ên ji bo şermezarkirina êrîşê hatin cem hev hatin binçavkirin.  

Ji kesên hatin binçavkirin 7 rojnameger û 2 welatî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Rojnamegerên jin ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî, Gulîstan Dursun, Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip û Nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîyî  Serpîl Unal, rojnamegerên girtî yên ku ji bo bibin nexweşxanê ji qawîşê derxistin, sirgûnî girtîgeha Sîlîvrî ya Marmarayê kirin. 

Rojnameger di hucreya yek kesî de tên girtin

Hat hînbûn ku rojnamegerên sirgûn kirin yek kesî di hucreyên yek kesî de tên girtin û rojnameger ji bo 3 kes li odeyekê bimînin daxwzname dane rêveberiya girtîgehê.