Rojnamegerên hatin berdan: Me nîşan da ku dozek neqanûnî ye

15 rojnamegerên girtî yên li Amedê serbest hatin berdan ji girtîgehê derketin. Rojnamegerên ku bi çepikan hatin pêşwazîkirin gotin, "Me nîşan da ku ev darizandinek nehiqûqî ye."

Amed- 15 rojnamegerên girtî yên li Amedê hatin darizandin di danişîna ewil de serbest hatin berdan. Rojnameger piştî serbest hatin berdan di girtîgehê de Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Xwebûn Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abidin Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm. Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ûngûr, Abdurrahman Oncu, Suat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn li ber girtîgehê ji aliyê hevpîşeyên xwe, malbat, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên sazî û rêxistinên li bajêr ve hatin pêşwazîkirin.

Remziye Temel a ku hat berdan jî got:"Belê, em kêfxweş in, lê ji ber ku hevalên me di hundir de hene em xemgîn in. Çi dibe bila bibe, em dev ji pênûs û rojnamegeriya xwe bernadin."

'Me nîşan da ku ev dozek neqanûnî ye'

Hevserokê DFG Serdar Altan ê ku yek ji rojnamevanên ku bi zilgît û çepikan hat pêşwazîkirin got:“Roj ji bo me hemûyan bû rojeke xweş. 13 meh derbas bûn. 400 roj in di bin çavan de hatin girtin. Li dadgehê jî nirxandineke me ya berfireh çêbû. Doza rojnamegeriyê bû. Li ser binçavkirina rojnamevanên kurd bû. Me hewl da ku vê yekê pûç bikin. Me nîşan da ku ev doz dozek neqanûnî ye. Ev ji hêla dadgehê ve hat pejirandin"

'Em ê li cihê ku lê mane bidomînin'

Serdar Altan wiha berdewam kir: “Tevî ku îro em li derve ne jî di hundir de gelek hevalên me hene. Di van 13 mehan de malbatên me rastî gelek zehmetiyan hatin. Dixwestin karê me li erdê bimîne. Lê hevrêyên me pênûs li erdê nehiştin. Me nîşan da ku Çapemeniya Azad wê ti carî pênûsa Apê Musa û Hafiz Akdemîr li erdê nehêle. Em dizanin ku wê ji niha û pê ve jî bi vî rengî berdewam bike. Em ê li cihê ku me hiştiye bidomînin. Me jî hewl da ku em karê xwe di zindanan de bikin. Em ji vê yekê kêfxweş in. Spas ji bo vê hevgirtinê. Em careke din diyar dikin ku rojnamegerên Kurd tu carî bêdeng namînin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hatin berzkirin.