Rojnamegerên hatibûn binçavkirin hatin berdan

6 rojnamegerên ku xwestin ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin û rastî lêdan û binçavkirinê hatin, serbest hatin berdan.

Stenbol - Rojnamegerên ku bi armanca protestokirina girtina rojnamegeran ku di çarçoveya lêpirsîna navend Amed û Enqereyê de hatin girtin, duh bi şev li ber avahiya Sureyya Opera ya Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Polîsên ku nehiştin rojnameger daxuyanî bidin, êrişî rojnamegeran kirin û 6 rojnemegeran bi kelepçekirina piştê ve binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Rihtimê ya Kadikoyê.

Serbest hatin berdan

Pınar Gayıp, Zeynep Kuray, Serpil Ünal, Yadigar Aygün, Esra Soybir ve Eylem Nazlıer yên ku birin qereqola Rihtimê, di derengê şeve de piştî kontrola tendûristî serbest hatin berdan.

Rojnamegerên ku hatin derbkirin rakirin nexweşxaneyê

Ji rojnamegeran hat hînbûn ku Eylem Nazlier a ku di dema binçavkirinê de derbe ji serê xwe girtiye. Piştî ku demekê li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ma, birin midûriyeta polîsan û îfadeya wê hate girtin.