Rojnamegera Misrê: Azadiya Abdullah Ocalan bûye daxwazek navnetewî

Rojnamegera Misrê Faten Sabahî anî ziman ku Misir jî beşdarî kampanya navnetewî ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bûye û got: “Azadiya Abdullah Ocalan bûye daxwazek navnetewî.”

ESMAA FATHÎ

Qahîre – Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmralî dibin tecrîdê de tê ragirtin, di 10 cotmeha 2023’an de ji aliyê gelê Kurd, dost û rewşenbîran ve kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hate destpêkirin. Kampanyaya ku di asta kûrewî de tê meşandin ji gelek welat, bajaran sazî û kesayet beşdar bûn.  

Rojnamegera Misrê ku derbarê mafê jinan de xebat dide meşandin Faten Sabahî îfadekir ku li Misrê di pêşengiya parêzavanên mafê mirovan de beriya mehek û niv e beşdarî kampanyayê bûne.

‘Bi kampanyayê azadiyê fîzîkî ya Abdullah Ocalan hedef dikin’

Faten Sabahî da zanîn ku Abdullah Ocalan ji aliyê hikumeta Tirk ve rastî binpêkirinên mafan ên cidî tê û destûr nayê deyîn hevdîtin bi parêzer û malbatan re pêk bîne. Faten Sabahî piştî destpêkirina kampanyayê salekê, hevdîtina Abdullah Ocalan bi Omer Ocalan re pêk hat weke pêşketinek erênî nirxand û da zanîn ku ev pêşketin hêvî dide.

Faten Sabahî îfade kir ku di çarçoveya kampanyayê de hewldana ku li Misrê hatî destpêkirin, hedef dikin ku bi partiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn re girêdanekê çêbikin û gavên ku divê mijarê de werin avêtin wê encamên mezin bi xwe re bîne.

Faten Sabahî da zanîn ku kampanya hedef dike ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê têbikoşin û wiha got: “Zanabûna çandî û entelektuel ya kur ya Abdullah Ocalan, mafên jinan, pirsgirêkên derdor, wê sûdek çawa bide giringî û pirsgirêkên siyasî ya çêkera Rojhilata Navîn pêşkêş bike. Ev hewldan komek rojnamegerên Misrê, siyasetmedar, fikir û enetelektuel destpê kiriye. Hedefên wan ne tenê azadiya Abdullah Ocalan, di heman demê de derxistina holê ya binpêkirina mafê mirovan yên li girtîgehan rastî tên e. Destkeftiyên hevpar yên welatên din û Tirkiye, rê li ber li berçav negirtinê vedike.”

‘Em ê azadiya Abdullah Ocalan pêkbînin’

Faten Sabahî destnîşan kir ku kampanyayên navnetewî yên ku heta niha hatin destpêkirin, encamên ku tê xwestin hê nehatiye bi destxistin û got: “Ji ber hê Abdullah Ocalan di bin tecrîdek girankirî de ye û rewşek ku bi hemû peymanên mafê mirovan yên navntewî re bi nakok tê jiyîn. Ên ku beşdarî kampanyayê bûne, partiyên siyasî ên li herêmê û Rojhilata Navîn, wê têkiliya xwe ya bi parêzvanên mafê mirovan re bi domînin.”

Wê pirsgirêkê bibin Dîwana Edaletê ya Navnetewî

Faten Sabahî anî ziman ku ji bo vê pirsgirêkê bibin Dîwana Edaletê ya Navnetewî xebatên xwe didomînin û got: “Wê ev di encama têkoşînek mezin de pêk bê, lê belê di encam de armanc ji nû ve darizandina Abdullah Ocalan encam bide ye.”

‘Sedemê bêdengiyê, berjewendiyên navnetewî yên bi Tirkiye re ye’

Faten Sabahî destnîşan kir ku ev hewldan bi tenê têrê nake, pêwîstî bi piştevaniyek navnetewî heye û wiha got: “Ji bo gihana vê hedefê, divê xebatek pir alî were meşandin. Di heman demê de bê eleqeya navnetewî ya di mijara mafê gelê Kurd û Abdullah Ocalan de, çavkaniya xwe ji berjewendiyên navntewî yên bi Tirkiye re digre. Û ev rewş di mijara mafê mirovan de, rewşek ku ev gotinên navnetewî çiqas vala ne lêpirsîn dike, ava kiriye.”

Faten Sabahî di dawiyê de wiha got: “Wê ev kampanya guherînek rast ava bike û di giştî cîhanê de wê raya giştî bikeve tevgerê. Azadiya Abdullah Ocalan bûye daxwazek navnetewî.”