Rojnamegera girtî Dîcle Muftuoglu: Em ê saleke ku heqîqet lê serwer bijîn

Rojnamegera girtî Dîcle Muftuoglû di peyama xwe ya sersalê de wiha got: “Em ê saleke azad û aştiyane ku her tim heqîqet lê serwer bijîn. Ji niha ve sersala her kesî pîroz dikim.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, peyama sersalê şand. Peyama ku Muftuoglû bi rêya parêzerên xwe şandî wiha ye: 

“Merhaba. Ji niha ve ji bo her kesî salake azad hêvî dikim. Zêdetirî 8 meh in girtî me. Dema li vir rojava giştî û rewşa Tirkiyeyê dinêrim, dibînim ku hîn bêhtir hewl didin Tirkiyeyê veguherînin girtîgehê. Zîhniyeteke îktîdarê heye ku hewl dide bêhnê li civak, gelan û jinan kurt bike. Me jî ev rastî nivîsand lewma niha girtî ne. Lê em ji dîrokê dizanin ku kesek nikare rastî û heqîqetê veşêre. Me jî di her şert û mercan de rastî nivîsand û em ê di vê tarîtiyê de bibin ronahî. Em ê saleke azad û aştiyane ku her tim heqîqet lê serwer bijîn. Ji niha ve sersala her kesî pîroz dikim. Ji bo hemû rojnamegeran azadiyê hêvî dikim.”