Rojnamegera femînîst: Parastina Rojava parastina şoreşa sedsala 21’an e
Rojnamegera femînîst Claudia Carrol a ji Abya Yala ye, diyar kir ku ew bi hezkirineke mezin Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk hembêz dikin û di heman demê de dixwazin erka xwe ya siyasî, femînîst û civakî pêk bînin.

SORGUL ŞÊXO
Qamişlo - Claudia Carol endama saziyek perwerdeya civakî ya bi navê “Panuelos en Rebeldia” ye. Her wiha endameke toreke femînist ji Abya Yala ye, mamosteya civakê, rojnameger û nûçegîhaneke femînîst e. Claudia Carol ji bo piştgiriya şoreşa jinên Kurdistanê, gelê Kurd û li beramberî dagirkeriya dijwar ku bi salan e derdê wê dikşînin, çalakvaneke aktîf e.
Claudia Carol cara yekem li ser vexwendina Kongra Star derbasî Rojava dibe. Claudia ji ajansa me re qala çend xalên girîng ên di têkoşîna jinan a di sedsala 21’an de kir.
‘Me ji destnîşankirina Rêber Apo kelecanek mezin girt’
Claudia Carol di destpêka axaftina xwe de balkişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wekî ‘Pirsgirêka azadiya jinê ji neteweperestî û çînayetiyê dijwartir e’. Claudia derbarê vê yekê de wiha got: “Gava ku Rêber Apo girîngiya rola jinê ya di giştî têkoşînan de û bi taybetî di şoreşan de destnîşan kir, me kelecanek mezin girt. Bi taybetî gava ku got pirsgirêka jinê ji pirsgirêka netewperestiyê kûrtir e. Çima ji bo me ev dahurandin gelek girîng in? Ji ber ku ji aliyekî ve girêdanbûna sîstema baviksalar a bi sîstema dagirker a cîhanî ku bi hezaran salan derbas kir re, nîşan dide. Ev sîstema dagirker a baviksalar, koka sîstema desthilatdar a wek kapîtalîzm û metingerî ye. Şoreşa jinê ku hûn bi awayekî ewqas afirîner û bi heybet pêk tînin, em dibêjin encama vê fikrandinê ye. Ev ne tenê gotinek e, her wiha fikrekî ku derfeta avakirina civakeke nû û avakirina şoreşa sedsala 21’emîn bi pêşengtiya tecrûbe, bîr û jiyana jinê dane afirandine jî.”
‘Divê netewa yekem a hatiye dagirkirin kom bibe’
Claudia Carol da zanîn ku ne tenê destgirtina Rojhilata Navîn, ji bo destgirtinek enternasyonalîst, di asta cîhanî de lêhûrbûna Rêber Ocalan pir girîng dibînin û wiha pêl da gotina xwe: “Ji bo me ew lêhûrbûn gelekî girîng e. Ne tenê ji bo destgirtina Rojhilata Navîn, her wiha ji bo destgirtinek enternasiyonalîst a di asta cîhanî de pêwîst e. Ji ber ku em bawer in têkoşîna femînîst û têkoşîna tevgera jinan bingehîn e da ku di vê serdemê de jiyanek nû were avakirin. Çawa ku tê gotin jin netewa yekemîn e ku hat dagirkirin, pêwîste em têkoşînên xwe di asta cîhanî de bînin gel hev da ku civak biguhere. Lê em ê vê çawa bikin? Hatina vê derê yanê Rojava, ji bo naskirina tecrubeyên wê, girêdayî vê lêgerînê ye.”
‘Bersiv di Konfederalîzma Demokratîk a Jinê de ye’
Claudia Carol bal kişand ser tecrûbeyên sekna jinên Rojava yên li dijî DAIŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha behsa avakirina civakeke nû kir: “Tecrûbeyên wek sekna li dijî hêzên paşverû û tundrew ên mîna DAIŞ’ê yan jî wekî sekna li dijî êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan a li hemberî jinê û gelên herêmê. Me dît ku çawa em dikarin civakek nû bi xweserî ji binî heta jor, ji beden û jiyana jinê ava bikin. Di vir de mirov difikire ku: em ê çawa vê rastiyê berfireh bikin û belav bikin beyî ku bibe kopyayek. Ez bawer im bersiva vêya, di projeya Konfederalîzma Demokratîk a gelan û bi taybetî jî di konfederalîzma demokratîk a jinan de heye. Ji ber ku ev proje cihêwaz û pirrengiya tecrubeyên jin ên hemû cîhanê, ji Abya Yala heta Kurdistanê û Afrîkayê hembêz dike.”
‘Li hember êrîşan divê em bikevin nav liv tevgerê’
Claudia Carol da zanîn ku li her derê dinyayê ew rastî tundî û komkujiyan tên ku bandorê li jiyana wan dike. Claudia bi taybetî di parzemîna Abya Yala de siyaseta heyî wekî ‘bêrehim e’ pênase kir û êrîş û binpêkirinên li dijî maf û rêxistinbûyîna jinan tên kirin, wiha vegot: “Li dijî mafê jin û tevgerên jinê êrîş pêk tînin. Li hemberî van êrîşan divê em bikevin nav liv tevgerê, xwe birêxistin bikin û xwe ava bikin. Li Arjantînê tevgera femînîst pir bibandor e, ji sedsala 20’an ve xwe bi rêxistin dike, lê bi taybeî ji sala 2015’an şûnde bi hêz bû. Bi diruşmeya “Ni una menos” diruşmeyek li dijî kuştina jinan ku hîn di herêmê de zêde dibe, tevgera jinê bi hêz bû. Ev diruşme bi diruşmeya “Êdî bes e” ya gelên herêma Abya Yala ku ji dema diktatoriyan di kolanan de bang dikirin re bû yek. Li Arjantînê di dema diktatoriyê de bi hezaran hevalan dan wendakirin û dayîkên wan ku wek “Las madres de la playa de mayo (Dayîkên Meydana Gulanê)” tên naskirin Şoreşa jinê ya Kurdistanê hembêz kirin. Laurita Cortinas hat ji bo serdana Leyla Guven, gava ku ew di greva birçîbûnê de bû. Bi rêya Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) me vê derê nas kir û em pir kêfxweş bûn. Ji ber ku ew jî beşek têkoşîn û rêxistina me ye.”
‘Em konfederalîzma demokratîk a jinê hembêz dikin’
Claudia Carol got ku Şoreşa Jinê ya Rojava di salên 2015-2016’an de hêzeke mezin daye çalakiyên girseyî yên tevgerên femînîst û tevgerên jinan. Claudia, ferqa ku dîtine, bi van gotinan bilêv kir: “Di dema 2015-2016’an de çalakiyên girseyî yên tevgerên femînîst û tevgerên jinan hebûn. Şoreşa jinan a Rojava, hêzek mezin da me. Me ferq kir ku avêtina diruşmeyan têr nedikir. Tevî ku ev girîng e jî û dîsa em ê derkevin kolanan û hîn bêhtir bi rêxistinbûna jinê li hemberî hovîtiya sîstema kapîtalîst, baviksalar, metinger û nijadperest serî rakin. Şewazê rêxistinbûyînê ku ji bingeha xwe û bi pirrengiya xwe rêz dide hemû nasnameyan û rêz dide hemû tecrubeyan, hatin qezenckirin. Ez dixwazim vê bêjim, bi hezkirinek mezin em konfederalîzma demokratîk ya jinê hembêz dikin. Pê re em dixwazin ne tenê piştgirî bidin şoreşa Kurdistanê û ne tenê hezkirina xwe nîşan bidin. Em dixwazin her wiha erka xwe ya siyasî û rêxistinî ya femînîst û komînal jî pêk bînin. Bi vî awayî em dibêjin jinên Rojava ne bi tenê ne û bi şermezarkirina sûcên sîstema dagirker û bi avakirina jiyanekî nû, avakirina têkiliyên nû di welatê xwe de ku xwe naspêrin hovitiyê, xwe dispêrin hezkirinê, em dikarin hêz bidin we.”
‘Azadiya fizîkî ya Rêber Apo daxwaza me ye jî’
Claudia Carol da zanîn ku ji bo wan şoreşa jina Kurdistanê pir girîng e û sedema vê nêrîna xwe wiha vegot: “Di herêma xwe û heremên Abya Yala de ji bo parastin û pistgiriya gelê Efrînê em derketin kolanan. Hem ji bo îrade û biryardariya xwe, hem jî ji bo parastina Rojava em ketin nav liv û tevgerê. Her wiha li ser bingeha azadiya fizîkî ya Rêber Apo û daxwaza me, em xwe birêxistin dikin. Lê ev têr nake, ji bo vê yekê bangawaziya me ji bo her kesî, li her derê Abya Yala û li her derê dinyayê heye ku êşên em dikşînin, divê em neyên tepisandin û bi afrînerî û zanebûnek mezin têbikoşin.”
‘Rojava cîhekî ku bi awayekî stratejîk nêzî şoreşê dibe ye’
Claudia Carol balkişand ser pêwîstiya parastina Rojava jî û wiha got: “Pêwîst e em fêm bikin ku cîhekî heye ku bi awayekî stratejîk nêzî şoreşê dibe. Parastina Rojava parastina derfeta avabûna şoreşa sedsala 21’emîn e, ya ku jin pêşengên wê ne. Di sedsala 20’emîn de gelek şoreş encamên cûr bi cûr dan. Şoreşa sedsala 21’emîn Şoreşa esasî ye û hevalan vê derê têkoşînek mezin dimeşînin. Em dixwazin ji we hemûyan re bêjin ku em ji we hez dikin û pir rêz û hurmet didin we û em ji hêza we bi bandor dibin. Em dixwazin bi hezaran jin û jinên ciwan tevlî vê şoreşê bibin da ku gotin bibe rastî û li ser asta cîhanê gelek tîfaqên enternasyonalîstan û modela konfederalîzma jinan a demokratîk were avakirin.”