Rojnamegera Efgan: Ji bo civakek adil divê jin xwedî mafên xwe bin
Rojnamegera Efganistanê Ruqiyeh Sadeghî di nameya ku bi boneya 25’ê Mijdarê ji saziyên navneteweyî re şand de wiha got: “Divê jinên Efganistanê ji mafên mirovan sûdê bigrin, ji ber tenê riya avakirina civakek adil û mirovî ev e.”
BAHARAN LAHÎB
Kabul – Di roja Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de hema bibêje li her derê cîhanê jinan ji bo bidawîanîna tundiyê dengê xwe bilind kirin. Jinan li Efganistana ku tundiya li dijî jinan li ber çavê hemû kesan tê jiyîn û bi temamî ji jiyana civakî hatine dûrxistin, bi boneya 25’ê Mijdarê careke din li dijî rêveberiya Talîbanê dengê xwe bilind kirin.
Jinên ku li Efganistanê di bin rêveberiya Talîbanê de dijîn, di nava tundî, cudakarî û binpêkirinên mafan de jiyana xwe didomînin. Di vê sedsalê de jin weke kole tên firotin, di temenê zarok de tên zewicandin, ji gera bi serê xwe bigre heta hevberdanê, ji gelek mafan bêpar mane, nikarin xwe bigihîjînin mafê nxwe yên herî bingehîn ên tendirustiyê. Daxwaza jinên ku di bin zexta çandî û civakî de mafên wan ên herî bingehîn ên mirovî ne. Jinan diyar kirin ku bi hatina Talîbanê re, li Efganistanê rewşa jinan her roj xirabtir bûye, li dijî bêdengiya saziyên navneteweyî û dewletan bertek nîşan dan.
‘Rewşa jinan xirabtir bû’
Rojnamegera Efganistanê Ruqiyeh Sadeghî bi boneya 25’ê Mijdarê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) re nameyek şand. Ruqiyeh Sadeghî di peyama xwe de destnîşan kir ku jinên Efganistanê di nava zexteke ku heta niha nehatiye dîtin de dijîn û wiha got: “Mixabin li Efganistanê 25’ê Mijdarê, em di rewşek ku jin ji aliyê Talîbanê ve hatine mehkîmkirin de pêşwazî dikin. Ji ber ku jin ji mafê perwerde, kar û heta çûyîna park û stadyûman jî di nav de ji gelek mafan bêpar hatine hiştin. Talîban li Efganistanê ji dema hatiye ser desthilatdariyê ve heta niha rewşa jinan xirabtir bûye. Întihar, cînayet, bi zorê zewicandin û tundiya fîzîkî û zîhnî li ser jinan her diçe zêdetir dibe. Jin ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin.”
‘Ji zext û cihêkariyê re na!’
Ruqiyeh Sadeghî di dawiyê de ev peyam da: “Peyama min ji cîhanê re ew e ku cudakariya zayendî ya li Efganistanê bibînin û li dijî wê rawestin. Divê destîr bê dayîn ku jinên Efganî bêyî tirs û gefên Talîbanê û komên din ên tundrew azad bijîn. Jinên Efgan dema ku bikaribin azad bijîn, wê bikaribin ji bo xwe û û civaka xwe hêviyek nû ava bikin. Ji tundiya li dijî jinan re na! Ji zilm û cudakariyê re na! Jinên Efgan divê ji mafên xwe û mafên mirovan sûdê bigrin. Ji ber tekane riya avakirina civakeke xwedî pîvanên mirovî û adil ev e.”
Peyama Ruqiyeh Sadeghî ne tenê ji bo jinên Efganistanê ye, di heman demê de ji bo hemû jinên li seranserê cîhanê li dijî tundî û cudakariyê têdikoşin, daxwaza guherîna rewşa heyî û pêkhatina edaleta civakî ye.