Rojnamegera Afganistanê Mina Kheiri jiyana xwe ji dest da

Rojnameger Mina Kheiri ya di teqîna duh bi şev li paytexta Afganistan Kabîlê pêkhatî de giran birîndarbûyî jiyana xwe ji dest da.

Kabil – Di teqîna di saetên şevê de li herêma Pulsukhteh a paytexta Afganistan Kabîlê pêk hat de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Di nava yên jiyana xwe ji dest dane de Mina Kheiri ya di Radoyya Ariana û televizyonê de rojnamegerî dikir li gel dayika wê jî hene. Di nûçeyên Radyo ya Ariana û televizyona têde kar dikir de hat  zanîn ku Mina jiyana xwe ji dest daye.