Rojnamegera Afganî Khadija Amîn negirtin cihê kar
Hat hînbûn ku, dema zextên Talîbanê yên li ser jinên Afganî didomin rojnameger Khadija Amîn a ku di televîzyona RTA de pêşkêşvaniyê dike, bi gotina "em destûrê nadin ku rûyên jinan li ser ekranê bin" negirtin ofisê.
Navenda Nûçeyan - Rojnamevana Afganî Anees Ur Rehman a ku li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kirine kir, da zanîn ku rojnameger Khadija Amîn a di televîzyona dewletê ya Afganistanê ya RTA de dixebite, dema ku roja pêncşemê dixwest biçe ofîsê, ji hêla leşkerên Talîban ve bi gotina “ em destûrê nadin ku rûyên jinan li ser ekranê bin” negirtin cihê kar.
Anees Ur Rehman diyar kir piştî ku khadija nehat girtina cihê kar, ji Afganistanê derket û çû paytexta Îspanya Madrîdê.