Rojnameger û jinên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
Li Şirnexê 3 rojnameger û 18’ê jinên hatibûn binçavkirin piştî kar û barên li emniyetê şûnde hatin berdan.
Şirxnex – Li Şirnexê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de hat xwestin kum eş pêk bê. Nûçegîhana me Rozerîn Gultekîn, rojnamegerên Ajansa Mezopotamya (MA) Zeynep Turgut û Omer Akin jî nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Piştî kar û barê li emniyetê Rozerîn Gltekîn, Zeynep Durgut, Omer Akin û 18 jin hatin berdan.