Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin

Rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us jî di nav de 7 kesên hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeya Amedê hatin kirin.

Amed- Duh di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de di seatên siharê de polîsan avêtin ser malan û rojnameger Derya Us û Nûrcan Yalçin jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin. Karûbarê îfadegirtinê yê li Midûriyeta Emniyetê temam bû.

Rojnameger Nûrcan Yalçin û Derya Us ku li emniyetê mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar anîn tevî 7 binçavkiriyên din sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Hat zanîn ku binçavkirî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna pêşîlêgirtina fînansmaniya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.

Di çarçoveya heman dosyayê de Dîlan Polat Dîrîn a pitika wê ya 11 mehî hebû jî hatibû binçavkirin. Dîlan Polat Dîrîn, duh bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.