Rojnameger Safiye Alagaş hat berdan
Midûra Nûçeyan a ajansa JINNEWS’ê Safiye Alagaş a ku ev zêdeyî salekêye di girtîgehê de bû, di danaşîna ewil ya dozê de hate berdan.

Navneda Nûçeyan - Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş bi îdiaya “endama rêxistinê ye” ev zêdeyî salekêye girtî bû. Rûniştina ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Alagaş û parêzerên wê di rûniştinê de amade bûn. Endamên Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) û Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) û gelek rojnamevan tevlî rûniştina dozê bûn.
Piştî parastina Alagaş û parêzer Resûl Temûr, dadgehê biryara berdana Alagaş da.