Rojnameger Nazlican Yildiz hat berdan
Rojnameger Nazlican Yildiz ku ji doza bi îddiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin di rûniştina ewil de bi şerdê kontrola edlî hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Faliyetên Însiyatîfa Xwendekarên Azad ji bo nûçegîhana ajansa JINNEWS’ê Nazlican Yildiz weke hincet hat nîşandan û bi îddiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin. Rûniştina ewil a doza ku jê dihat darizandin li 21'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakli hat dîtin. Parêzer û malbata Nazlicanê tevlî rûniştinê bûn. Her wiha Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, HDP û rojnameger jî tevlî bûn.
Rojnameger Nazlican Yildiz ku ji doza bi îddiaya ‘endamtiya rêxistinê’ dihat darizandin di rûniştina ewil de bi şerdê kontrola edlî hat berdan.