Rojnameger Hebîbe Eren ji gîrtîgehê nivîsand

Nûçegîhan Habîbe Eren bi nameya ku nivîsand diyar kir ku li Girtîeha Jinan a Sîncanê înfaza 14 girtiyan hatiye şewitandin û binpêkirinên mafan ên li dijî Berdevaka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan ku pê re sewqî heman girtîgehê hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan – Nûçegîhana ajansa JINNEWS’ê Habîbe Eren di 25’ê Cotmeha 2022’an de di serdegirtina mala wê ya li Amedê de hat binçavkirin û di 29’ê Cotmehê de li gel 15 hempîşeyên xwe hat girtin. Nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Hebîbe Eren ji girtîgeha lê girtî ya jinan ya Sîncanê ji rojnameger Huseyîn Aykol re name nivîsand. Habîbe Eren di nameya xwe de binpêkirinên mafan ên li dijî Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) vegot. Her wiha Huseyîn Aykol di rojnemeya Yenî Yaşamê de di kuşeya xwe ya ‘içerden’ de cih da nameyê.

‘Li rûxmê ku metirsiya xwîn rijîna li ser mejî heye bi destê kelemçelî xistin rinkê’

Huseyin Aykol di koçeya xwe de wiha cih da tiştên ku Hebîbe Eren nivîsadi: “Weke hûn jî dizanin Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê sirgûnî vêderê hat kirin. Em niha di heman qawîşê de ne. Ayşe Gokkan a ku jê re ji aliyê girtîgehê ve hat gotin di 1'ê Adara 2023'an de hatiye sirgûnkirin nexweşa tansiyona bilind e. Dema ku  bi rê de anîne, tansiyona wê bilind bûye û derketiye 19'an. Tevî metirsiya xwînrijana li ser mejî hebû, bêyî ku tu tedbîran bigirin û bê kontrolkirina tenduristiyê, destê wê bi hucreyeke biçûk ya rîngê kelepçe kirine û bi wî rengî derketine rê. Piştî ku Ayşe di rê de nexweş dikeve wê radikin nexweşxaneya Meletiyê; Lê ji ber erdheja ku êdibe, bi lez û bez ji wir jî dibin. Dema ku tên nêzî Qeyseriyê tansiyona wê di hundir rîngê de dipîvin û tê dîtin ku tansiyona wê bilinde. Herî dawî xwîn ji pozê wî tê. Li gel ku bijîşk dibêjin, 'Eger xwîn ji pozê wê hatibe ev xeter e' dîsa rêwîtî dewam dike.

‘Bi vî awayî 18 saetan rêwitî kir’

Paşê, ew ê ji bo demeke kin dibin nexweşxaneyeke li ser rê û hebekê didinê. Vê rewîtiyê 18 saetan dewam kiriye. Ayşe Gokkan der barê rêveberiya girtîgehê, midûr û leşkerên ku ji emniyeta sewkiyatê berpirsyar in de gilî kiriye. Min xwest bi rêya we vê mijarê bînim rojeva raya giştî.

Binpêkirinên mafan

Li vir xwarina vejeteryana jî nayê dayîn.  Mehekê dernexistine sohbetê. Tenê carekê derxistine werzîşê. Gotin qedexeya wê ya hevdîtinê heye, destûr nehat dayîn ku bi parlamenter Fatma Kurtulan re hevdîtinê bike. Faksa bi kurdî ya ku ji Girtîgeha Bûnyanê re şandibû piştî salekê ji xwediyê wê re hat dayîn. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî, ji bo fotokopiyên serlêdanên fermî yên girtiyan pere tê xwestin. Kovarên ku berê dişandin girtîgehê, êdî nadin me.

Berdana 14 girtiyan taloq kirin

Li vir bi giştî înfazên 14 girtiyan şewitandin. Girtiyên ku înafzên wan hatine şewitandin navê wan wiha ye: Nedîme Yaklav, Sermîn Demirdag, Mukaddes Kubilay, Zeynep Bîngol, Sedef Demir, Sabite Ekinci, Rojdan Erez, Dîlan Oynaş, Berrîn Sari, Jiyan Ateş, Hanim Yildirim, Ozlem Demir, Rozerîn Kurt û Necla Yildiz e..."