Rojnameger Evrîm Kepenek hat berdan

Rojnameger Evrîm Kepenek a ku duh bi kelepçekirî hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wê ya li dozgeriyê bi biryara kontrola edlî hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Edîtora Bianetê Evrîm Kepenek yek ji rojnamegerên ku duh li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna Amedê de bi ser mala wê de hatibû girtin, îro danê sibê ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. Evrîm Kepenek piştî îfadeya dozgeriyê bi biryara kontrola edlî hat berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz û Firat Can Arslan, edîtora T24 Sîbel Yukler, edîtora Bianetê Evrîm Kepenek û rojnameger Evrîm Denîz duh hatibûn binçavkirin. Hate diyarkirin ku rojnamegerên li Amedê ji ber nûçeyên der barê guhertina meqamên dozgerê ku îdianameya 18 rojnamegeran amade kiribû û hevsera heyeta ku doz bi rê ve dibir li ser hesabên xwe yên twîtterê parve kirin, hatin binçavkirin. Rojnameger bi îdiaya “memûrekî cemaweriyê kirine hedef” hatin sûcdarkirin.

Rojnameger Firat Can Arslan ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Rojnameger Sîbel Yukler, Delal Akyuz û Evrîm Denîz bi şertê kontrola edlî hatin berdan.