Rojnameger Dûia El-Necar bû endama sendikaya rojnamegerên Misrê
Rojnamevan Dûai El-Necar di Rojnameya El-cimhoriyê de biser ket di endamtiya meclisa sendîkaya Rojnamevanên mesrî piştî pêşbirkeke dijwar ku dûai 1078 deng bidest xistin û biserket
Qahira - Civîna yekem ya damzrandina sendîqeya Rojnamegerên Mesrî di sala 1941'ê de hat lidarxistin û çar rojnamegerên jin cihê xwe têde digirtin. Ji dema hatî avakirina heta niha tenê 9 jin ji bo endamtiya sendîkayê hatine bijartin. Emîna El-Seyîd, Newal Medkor, Emîna Şefîq, Fatma Seyîd, Behîra Mxtar, Şoykar Tewîla, Ebîr Seda, Henan Fikrî endamên sendîqyêbûn, Dûia El-Necar bû ya dehemîn ku biserdikeve di endamtiya meclisa sendîqayên ded ku bibe dengê Rojnamegeran li Mesrê.
Dûia El-Necar bi rêka pirogramê xwe yê hilbijartinê da diyarkirin ku mebesta wê ya avakirina lijneyek ji bo jinan di hindirê sendîqayê de xebatên çareser kirina pirsgirêkên rojnamevanên jin bike û hebûna bernameyên piştgirîkirina rojnamegerênjin ên koçber heye, elîkariyê bi de wan ji bo ku karibin jiyna xwe rêve bibin û ji bo rojnamegeran bidest xistina xaniyan di hundirê Qahirade jiber nebûna derfetên kar ji bo rojnamegerên jin di gund û bajaran de.