Rojnameger Dilîşan Îbiş li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnamer Dilîşan Îbiş ji aliyê hevrê û malbatên rojnameger li ser gora xwe hat bibîranîn û soza bilindkirina têkoşîna raghandina azad û demokratîk dan.

Kobanê- Rojnameger û nûçegîhana ajansa ANHA Dilîşan Îbiş di 12’ê Cotmeha 2017’an de di dema şopandina pêngava rizgarkirian Reqayê, di êrîşa çeteyan DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dide.

Îroj di 7’emîn salvegera wê de, Yekîtiya Raghandina Jin (YRJ) merasîma bîranînê li goristana şehîd Dicle birêxistin kir.

Merasîma ku malbat û hevriyên wê, her wiha bi dehan rojnameger, Kongra Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan tê de amedebûn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Pişt re nûçegîhana Jin TV Xezne Celal peyama YRJ’ê xwend.

Peyam wiha bû:

“Di kesayeta hevreyên me yên rojnamevan Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Rizgar Deniz, Seed Ehmed û Mihemed Reşo de em tevahî şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin.

Hevreyên me yên şehîd wateya rasteqîn a jiyanê naskirin. Tê gihiştin ku guhertina rewşê di radeya yekemîn de berpirsyariya rojnamevanan e. Li ser vê yekê hevreyên me ji bo ragihandina êşa gelê xwe û komkujiyên ku bi sedên salan li dijî wê têne kirin, ked û têkoşîneke bêhempa nîşan dan.

Hevreyên me yên şehîd maska tarî ya çeteyên DAIŞˈê û hevkara wê dewleta Tirkiyê ya dagirker raxistin ber çavan, ku bi hemû rêbazan şerê gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û çavê xwe berdane destkeftiyên wê.

Hevreyên me yên şehîd heya dawiyê li ser rêya heqîqetê bûn û ji tevahiya cîhanê re parve kirin. Hevreyên me di wê baweriyê de bûn ku wezîfeya bingehîn a çapemeniya azad aşkerekirina siyaset û komployên şerê taybet û ragihandina dengê gelan e. Hevreyên me jî di vê rêwîtiyê de mîraseke têkoşînê ya bi nirx li dû xwe hiştin.

Weke Yekîtiya Ragihandinê Jin (YRJ) em soz didin şehîdên xwe yên rojnamevan ku em ê têkoşîna wan a lêgerîna li heqîqetê bidomînin. Em ê geşedanên li herêmê rû didin ragihînin. Em ê bibin dengê jin û gelên azad. Şehîdên me di bîr û wijdanê me de zindî ne. Wê pênûs û kamereya wan li her deverê û her dem ragihandina heqîqetê bidomînin.”

Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.