Rojnameger Dîlan Babat û Firat Can beraet kirin

Nûçegîhana ajansa JINNEWS'ê Dîlan Babat û nûçegîhanê ajansa MA'yê Firat Can Arslan ji doza ku li wan hatibû vekirin, beraet kirin.

Navenda Nûçeyan-. Nûçegîhana JINNEWS'ê Dîlan Babat û nûçegîhanê MA'yê Firat Can Arslan di 13'ê Cotmehê de li Taxa Golyaziyê ya navçeya Cihanbeyliya Konyayê merasîma cenazeyê Nagîhan Akarsel a ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi êrîşa çekdarî  a ji aliyê dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dabû, bi hinceta merasîma cenazeyê Nagîhan Akarsel şopandine, bi îdiaya ‘Hedefgirtina peywirdarên cemaweriyê yên li dijî terorê têdikoşin’ doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin.

Danişînê piştî tesbîta nasnameyan dest pê kir. Dîlan Babat li Edliyeya Sihhiye ya Enqereyê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî danaşînê bû. Firat can jî li Girtîgeha Sîncanê ya lê girtî bi riya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû.

Dîlan Babat sûcên li dijî xwe red kir û got ku ên ku gef li wan hat xwarin  ew bi xwe bûn. Firat Can jî parastina xwe kir û da zanîn ku yê azadiya çapemeniyê binpê kiriye fermandarê li wir bi xwe bûye û got ku ew mutalayê û sûcên li dijî xwe qebûl nake.

Parêzer Şevîn Coşkun jî diyar kir ku şopandina nûçeyan a Dîlan Babat û Firat Can di çarçoveya ‘azadiya çapemeniyê’ de hatiye kirin.

Şandeya dadgehê Dîlan Babat û Firat Can beraet kir.