Rojnameger Dîlan Akyol hat berdan

Rojnameger Dîlan Akyol a ku duh li Antalyayê hatibû binçavkirin, hat berdan.

Antalya- Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîlan Akyol, di sibeha 14’ê Nîsanê de dema ku ji mala xwe ya li taxa Muratpaşa ya Antalyayê derdiket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî muameleyên li emniyetê sewqê Edliyeya Antalyayê hat kirin. Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê vekiriye de hatiye binçavkirin. Li Emniyeta Bajar û şaxa TEM’ê nûçeyên ku di sala 2016’an de ji bo endama BOG’ê Eylem Ataş a ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû û endama YJA Starê Gurbet Oran (Zinarîn Cûdî) çêkirine hincet hatin nîşandan û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeya wê hat girtin.

Ji Dîlan Akyol pirsa nûçeyên ku têkildarî Ataş ve Oran çêkirine hat kirin û wekî “propagandaya rêxistinê” hatin nîşandan. Dîlan Akyol sûcdariyan red kir.

Piştî ku wê derxistin dozgeriyê îfade da. Piştî muameleyên li dozgeriyê Dîlan Akyol hat berdan.