Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîranîn

Şehîd Denîz Firat di 9’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê rojnameger, malbat û xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ve hat bibîranîn, di bîranînê de hempîşeyên wê soza şopandina riya wê dan.

Mexmûr- Di 8’ê Tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargeha penaberan a Mexmûrê kirin. Dema ku rojnamegera Çapemeniya Azad Denîz Firat van êrîş û berxwedaniya ku li Mexmûrê tê meşandin ji raya giştî re radigihand ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat şehîdxistin. Denîz Firat di 9’emîn salvegera xwe de li Mexmûrê bi pêşengiya rojnamevan û malbatê, bi beşdarbûna şêniyên wargehê li Baxçeyê 4’ê Nîsanê hat bibîranîn. Bi boneya salvegera Denîz Firat ji aliyê hempîşeyên wê ve daxuyanî hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê endama ragihandinê Jiyan Pîran ve hat dayîn.

‘Em ê şopdarên riya Denîzan bin’

Jiyan Pîran di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û wiha got: “Em hempîşeya xwe Denîz Firat bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî keda wê ditewînin. DAIŞ’ê di sala 2014’an de hewl da giştî gelê Kurd qir bike û tune bike. Yên ku li hemberî van êrîşan rawestiyan gerîlayên HPG/YJA-STAR û gelê Mexmûrê bi xwe bû. Di çeperên pêş de hevala Denîz xwest têkoşîna ku li dijî DAIŞ’ê tê meşandin, berxwedaniya Mexmûrê bi kameraya xwe bi raya giştî re parve bike. Dema ku bi kameraya xwe xwest rastî û têkoşîna heyî ragihîne gihîşt şehadetê. Em weke endamên Çapemeniya Azad û hevpîşeyên wê em ê heta dawî riya wê bişopînin û şopdarên têkoşîna azadiyê bin. Tişta ku ji me tê xwestin, ew e ku bi riya kamera û wêneyên xwe em bikaribin vê berxwedan û têkoşîna gelê Kurd û zarokên Kurd dimeşînin bi raya giştî re parve bikin.”

‘Denîz heta dawiya temenê xwe têkoşiya’

Li ser navê malbatê jî birayê Şehîd Denîz Firat, Cuma Yildiztan axivî û got: “Şehîd Denîz, heta dawiya temenê xwe li ber xwe da, li cihê ku pêwîst dikir bi çek û kameraya xwe li hemberî dijmin şer kir û serî netewand. Em wek malbat bi şehîd Denîz serbilind in, em xwedî şehîdên wek Denîz Firat, Rizgar Denîz û Gurbetelî Ersoz in.”

Piştî daxuyaniyê helbestek li ser şehîd Denîz Firat ku ji aliyê ciwanê bi navê Mahîr Tunç ve hatibû nivîsandin ji aliyê ciwana bi navê Rojbîn Otun ve hat xwendin. Piştî xwendina helbestê pêşangeha ku ji aliyê endamên ragihandinê ve hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin. Di pêşangehê de wêneyên rojnameger Denîz Firat, berhemên wê yên wek lênûs, pênûs, pirtûkên li ser wê hatine nivîsandin û hwd. tabloyên şehîdan, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîd Denîz Firat hatin pêşkêşkirin. Her wiha dayik û bavê şehîd Denîz Firat li ber wêneyên wê mûm pêxistin û bîranînên wê zindî kirin.