Rojnameger Cîhan Bîlgîn, Rizgar Adanmiş û Nazim Daştan hatin bibîr anîn
Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnameger Cîhan Bilgîn, Rizgar Adanmîş û Nazim Daştan bibîr anî.
Qamişlo – Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 3 şehîdên çapemeniya azad, nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê Rizgar Adanmîş û Cîhan Bilgîn û rojnamevan Nazim Daştan, li Hola Çand û Huner ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo merasîmek bîranînê li dar xist.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir, piştre sînevîzyonek li ser kar û têkoşîna her 3 şehîdan di warê ragihandinê de hate nîşandan. Şêwirmendê Yekîtiya Ragihandina Azad Bunyad Cizîrî di axaftina xwe de bal kişand ser rola girîng a şehîdên çapemeniyê di veguhestina rastiya şoreşa 19’ê Tîrmehê ji raya giştî ya cîhanî re û eşkerekirina polîtîkayên şerê taybet ên li dijî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.
Bunyad Cizîrî diyar kir ku şehîd bê dudilî çûne herêmên cûrbecûr da ku rastiyê ragihînin û ji bo mîsyona xwe ya ragihandinê qurbaniyên mezin dan.
Li ser navê Ajansa Nûçeyan a Hawarê, yek ji rêveberan Ehmed Mihemed axivî û bal kişand ser mîrateya ragihandinê ya ku ajansê di dema Şoreşa 19'ê Tîrmehê de pêşkêş kiriye û destnîşan kir ku wan weke ajans 7 şehîd dane, ku ev yek jî mezinbûna xetere û berpirsiyariyên ku rojnamevanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo veguhestina rastiyê û gihandina doza civaka Kurd ji cîhanê re nîşan dide.
Ehmed Mihemed anî ziman ku pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ligel saziyên çapemeniyê, hêzên leşkerî û gel, qurbaniyên mezin dane. Her wiha Ehmed ev hevgirtina civakî wekî yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên şoreşa Rojava nirxand û piştrast kir ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê wê di rêya rastiyê de bidome.
Rêvebera Yekîtiya Ragihandina Jin YRJ'ê Arîn Siwêd, piştrast kir ku her 3 şehîdan li ser aliyên cihêreng ên Şoreşa 19'ê Tîrmehê, çi di saziyên ragihandinê, çi di eniyên leşkerî de, çi jî di nav civakê de, şopek zelal hiştine û soza xwe nû kir ku heta armancên xwestî pêk werin, xebatê bidomînin û pênûs û kamerayên xwe hilgirin.
Rojnamevan Ciwana Cuma peyama Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwend, YPJ’ê şehîd bi bîr anîn û soza parastina mîrateya şehîdan da.
Di merasîmê de 2 helbest yek ji aliyê rojnamevan Anas Yildiz û ya din jî ji aliyê helbestvan Ferhad Merdê hatin xwendin, her wiha hunermend Nisrîn Botan û Newroz Efrîn li ser şehîdan û berxwedanê stran.
Beşdarên merasîmê di dawiyê de ber bi goristana şehîd Delîl Saroxan ketin rê û li wir gul li ser gorên şehîd Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan danîn.