Rojnameger Bêrîtan Canozer hat berdan

Rojnameger Berîtan Canozer a hatibû binçavkirin û hefteyekbû li emniyetê dihat girtin serbest berdan.

Amed – Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta parvekirinên li ser medya ya civakî bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn dabû destpêkirin û biryara binçavkirina 88 kesan dabû. 13'yê Tebaxê di çarçoveya lêpirsînê de polisan bi ser 104 malan de girtin û nûçegîhana ajansa nûçeyan a jinan Jinnewsê Bêrîtan Canozer jî di nav de 58 kes binçav kiribûn.  
 Bêrîtan Canozer a ku hefteyek bû li emniyeta Amedê dihat girtin piştî îfade da serbest hat berdan.