Rojnameger Bêrîtan Canozer girtin binçavan
Nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Amed – Di saetên serê sibê de polîsan ser mala Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinan Jinnewsê Bêrîtan Canozer a li navçeya Rezan a Amedê de girtin. Piştî lêgerînê Bêrîtan girtin binçavan û sedema binçavkirina wê nehat zanîn.
Hat hînbûn ku Bêrîtan birin Eminiyeta Amedê.