Rojnameger Bêrîtan Canozer dibin çavan de ne

Polîsan bi ser mala rojnameger Bêrîtan Canozer de girtin û piştî lêgerîna malê binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsînek di derbarê nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer de hatibû vekirin li Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Piştî lêgerîna di malê de polîsan Bêrîtan binçav kirin û birîn Miduriyeta Polîsan a Amedê.