Rojnameger 3 roj in di bin çavan de ne
Rojnamegerên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, li gorî texmînan dê îro li emniyetê îfadeyên wan werin girtin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/04/20240425-20240425-gazeteciler-2-jpgb54f10-image-jpg5ba645-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Di 23’yê Nîsanê de di serdegirtinên malan li Stenbol, Enqere û Rihayê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên çapemeniya azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şirîn Ermîş û Erdogan Alayumat û nûçegihanê berê yê MA’yê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.
Rojnamegerên ku sînorkirina hevdîtina bi parêzeran re hat rakirin, 3 roj in di bin çavan de ne. Li bendê ye ku îro li emniyetê îfadeyên wan werin girtin.