Rojnameger 3 roj in di bin çavan de ne

Rojnamegerên ku di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, li gorî texmînan dê îro li emniyetê îfadeyên wan werin girtin.

Navenda Nûçeyan- Di 23’yê Nîsanê de di serdegirtinên malan li Stenbol, Enqere û Rihayê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên çapemeniya azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şirîn Ermîş û Erdogan Alayumat û nûçegihanê berê yê MA’yê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.

Rojnamegerên ku sînorkirina hevdîtina bi parêzeran re hat rakirin, 3 roj in di bin çavan de ne. Li bendê ye ku îro li emniyetê îfadeyên wan werin girtin.