Rojnama Jinên Cezayîrê girtina xwepêşanderan şermezar kir
Di van demên dawî de welatiyên Cezayirê li hemberî kuştinên jinan û bêmafiyên tên kirin derdiketin xwepêşandanan, tayîbetî sê heftene xwepêşandan dewam dikin û piraniya welatiyên derdikevin xwepêşandanan tên girtin.
Cezayîr - Her diçe xwepêşandanên welatiyên Cezayirê li hemberî deshilatiyê zêde dibin, bi tayîbetî di van sê hefteyên dawiyê de xwepêşandan gelek zêdebûne. Welatiyên derdikevin xwepêşandana jî tên girtin û rastî şidetê tên. Rojnama Jinên Cezayîrê bi daxuyaniyekê girtinên dema dawî şermezar kir. Li gorî daxuyaniyê ji biçuk heta mezinan, jin û mêr hemû yên tên girtin rastî şidetê tên. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ew daxwaz dikin girtiyên di xwepêşandanan de hatine girtin derxin pêşberî dozgeriyê li gorî zagonan darezînin û wan berdin.