Rojda Yildiz: Dema ku civak xwe biparêze encamên baştir digre

Endama Akademiya Jineolojiyê Rojda Yildiz, pêvajoya rizîna exlaqî bi gotinên; “faşîzm” pênase kir diyar kir ku çareserî xweparastin e û got: “Divê em parastinê tenê bi hiqûqê nebînin, xweparastin bi encamtir e.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Bûyerên şîdetê yên li welat her diçe zêde dibin û li sîrayetî her derê jiyanê dikin, bi aliyên xwe yên cuda di rojevê de ne û her diçe nîqaşên li ser vê yekê zêdetir dibin.

Şîdeta mêr-dewletê ya bi salan e li ser jinên Kurd bi awayekî sîstematîk tê meşandin, di salên  1990’an de bi awayê kuştina jinen Kurd ên polîtîk bû lê niha hinek cudatir, bi destdirêjiya li ser jinan, bi kişandina ber bi xwekuştinê ve yan jî bi polîtîkayên şerê taybet bi dûrxistina ji nasnameyê didomin. Dema ku bi van rêbazan bi ser nakeve jî bi kuştinê didomîne.

Di vê mijarê de em nameya Îpek Er a ku ji aliyê çawişê pispor ve rastî destdirêjiyê hat û ber bi xwekuştinê ve hat kişandin, bînin bîra xwe. Di nameya xwe de bi gotinên: “Musa Orhan tecawizê min kir. Ez giriyam. Ji min re got ‘tu kes ji te bawer nake’, kes tiştek bi min nake, tu bêxwedî yî’ tiştên hatibûn serê wê vegotibûn.”

Îpek Er ji ber ku negihîşt edaletê, 16’ê Tîrmeha 2020’an jiyana xwe ji dest da. Ev yek ji sûcên kiryarên ku hêza dewletê li pişt wan e li Kurdistanê dikin bû. Îpek Er ne ya dawî ya yekem ne jî dawî bû.

Di heman salê de Gulistan Doku jî hat windakirin. 6 sal û nîv paşê, derket holê ku ji aliyê heman hêzan ve hatiye kuştin û ji aliyê waliyê bajar ê wê demê ve delîlên sûc bi awayê organîzekirî ji holê hatine rakirin.

Di Tebaxa 2024’an de jî li Amedê Narîn Guran a 8 salî winda bû, piştî lêgerîna 19 rojan di çemê Egertutmaz de nava çuwalek de mirî hat dîtin. Li gorî rapora Tiba Edlî, Narîn hatibû kuştin. Mirina Narîn û pêvajoya darizandinê, careke din rizîna pergalê nîşan da. Êrîşên li ser dibistanên Riha û Mereşê jî pergala perwerdeyê, şîdeta ku li welat tê teşwîqkirin û polîtîkayên ewlekariyê careke din da nîqaşkirin.

Kiryarên ku ji dewlet û desthilatdariyê hêzê digrin, jin û zarokan dikujin, bi piştgiriya heman hêzê delîlan tune dikin, mekanîzmayên darazê naxebitin, bertekên demokratîk ên civakê tên bêdengkirin, şîdet tê normalîzekirin. Di dawiyê de Tirkiye vediguhere goristana jin û zarokan. Gelo sedemên bingehîn ên vê şîdetê çi ne? Bi taybetî li erdnîgariya Kurdistanê şîdet çawa hat meşrûkirin?

Rojda Yildiz, endama Akademiya Jineolojiyê, li ser kuştina jin û zarokan, normalîzekirina tundûyê û polîtîkayên şerê taybet axivî.

‘Jiyana mirov ji nan erzantir e’

Rojda Yildiz, kuştina Narîn, Rojîn û Gulistanê her wiha êrîşên li ser dibistanan bi bîr xist û wiha got: “Demek dirêj e şîdet wisa asayî bûye ku; sîrayetî her derê jiyana me kiriye. Strana . Nejmeddîn Xulamî ya bi navê ‘Nan’ tê bîra min. Di wê stranê de dibêje; ‘jiyan ji nan erzantir e.’ Dema em li tiştên diqewimin dinêrin, dibînin ku di pêvajoya em tê de ne de jiyan ji her tiştî erzantir e. Bi taybetî mirina mirovan li Kurdistanê û windabûna mirovan bûyerên nû nîn in. Bi salan e destûr nayê dayîn ku pêvajoyên zagonî bi encam bibin. Piştî ku diyar bû Gulistan Doku hatiye kuştin, têkoşîna ji bo edaletê dest pê kir û em dibînin ku malbat nikare şîna xwe jî bigre.”

Rojda Yildiz, vê rewşê wiha pênase dike: “Li erdnîgariya Kurdistanê çanda şîngirtinê xwedî wateyeke berfireh e lê gelek mirovên ku tevî kujerên wan diyar in jî aqubeta wan nehatiye diyarkirin an jî cenazeyên wan nehatine dîtin hene. Ji ber wê xizmên wan her rojê êşê dikşînin. Şînê nagirin, dibe ku divê mirov hinek bisekine û wê êşê hîs bike, tişta ku mirovî ye divê mirov hîs bike.”

‘Şîdet çawa wiha normal bû?’

Rojda Yildiz li ser windabûna jinek li Dêrsimê û dûre eşkerekirina hûrgiliyên kuştinê û kiryarên wê de got ku divê pirsên; “Gelo çima vê pêvajoyê çêbû? Çima ev cinayet ewqas tên normalîzekirin, tevî tên zanîn jî tên veşartin an jî çima dibin amûra siyasetê?” werin kirin.

Rojda Yildiz bandora şîdetê ji aliyê dîrokê ve li ser roja me ya îro wiha vedibêje: “Gulistan ji aliyê rêxistineke sûc a organîzeyî ve hat kuştin. Ev bûyer di roja me de hat jiyîn. Paşerojê bînin bîra xwe, Komkujiya Dêrsimê ango pêvajoya ku serhildana Dêrsimê da destpêkirin, tacîza li dijî jinek bû. Li ser wê bûyera tacîzê gel rabû serhildanê. Jixwe dê serhildanek destpê bikira lê çirûska wê bi vê bûyerê vêket. Ne tenê bi kuştina pêşengên gel, bi destdirêjiya li dijî jinek destpê kir û piştî serhildanê bi hezaran mirov hatin kuştin. Bi hezaran jin ji bo nekevin destên leşkeran xwe ji zinaran avêtin.

Gorên komî çemen ku bi xwînê herikîn

Piştî komkujiyê mirov di gorên komî de hatin binaxkirin. Hê jî cenazeyên gelek ji wan mirovan nehatine dîtin û li ser wan cenazeyan apartman û mal hatin çêkirin. Li bajar her cihê em lê rûdiniştin, bê hemdê xwe mirov pirsa ‘gelo di bin erda em li ser rûdinên de cenazeyên çend mirovan heye’ ji xwe dikir. Elewî û Ermenî li ser vê axê hatin kuştin. Li Taksîma ku wekî dilê Stenbolê tê zanîn, navendeke turîzmê ya li ser goristana Ermeniyan hatiye avakirin heye. Dema em li ava Mûradê dinêrin, di wê xweşikbûna wê ya xwezayî de tê bîra me ku kesên bi awayê kiryar nediyar hatine kuştin avêtine nava wê avê. Li her derê vê erdnîgariya xwîna mirovan heye. Li Unyeyê li kêleka dibistanek leşkerî heye, tê gotin ku li ser goristana Kurdên ku li wê navçeyê jiyane hatiye avakirin. Hema bibêje li her derê di bin erdê de goristanek heye.”

‘Tiştên tên jiyîn ger civakê ji aliyê exlaqî ve birizînin lê wê derê faşîzm heye’

Rojda Yildiz bal kişand ser “hevrûbûna bi paşerojê” re û diyar kir ku ji bo bîr nû bibe, paqij bibe hevrûbûna bi paşerojê re şert e.

Rojda Yildiz, wiha domand: “Li erdnîgariyeke ku tevî mirinê jî têkoşîn didome de, kuştina jinan, veşartina cenazeyên wan, tecawiza li dijî wan û bêdengiya li dijî vê yekê; pirtûka bi navê “Duşema Sor” tîne bîra mirov lê tiştên tên jiyîn bi faşîzmê ve girêdayî ne. Faşîzm tenê avakirina kampek nîn e, komkirina mirovan di kampek de û yek bi yek kuştina wan nîn e. Ev yek jî bêguman faşîzm e. Hewce nîn e kampek were avakirin jixwe. An jî hewce nîn e tiştek wisa komî were kirin. Ger civakek ber bi rizîna exlaqî ve diçe, refleksa xwe ya polîtîk qels dike li wê derê faşîzm heye.”

‘Pêşî vederkirin dûre normalîzekirinê destpê kir’

Rojda Yildiz bi mînakên dîrokî normalîzekirina şîdetê wiha vedibêje: “Mînak dema ku qirkirina Yahûdî yan jî Romenan çêbû, dengê Elmanan derneket. Li ser goristanên Kurd û Ermeniyan malan çêkirin deng ji kesê derneket. Cenazeyê gerîlayek hat teşhîrkirin, her kesê got ‘terorîst e.’ Yan jî Kurd e, dibe ku kiryar nediyar be. Dema ku zarokek di zikê dayîka xwe de hat kuştin hat gotin ku jixwe dema mezin bûya dê bibûya terorîst lê îro di nava me de ye, faşîzm ev e. Pêşî bi vederkirinê destpê dike, dûre sîrayetî hemû civakê dike. Tiştên tên jiyîn bi faşîzmê ve girêdayî ne, bi zêdebûna netewperestiyê re têkildar in. Rewşeke bi zêdebûna zayendperestiyê ve girêdayî ye. Pêşî vederkirin, dûre mormalîzekirin destpê dike.”

‘Bingeha şerê taybet bi bênirxkirina jiyana mirov destpê dike’

Rojda Yildiz li ser polîtîkayên şerê taybet jî nirxandin kir diyar kir ku bi tunekirina nirxan destpê dike û wiha berdewam kir: “Dema ku nirxeke me yê exlaqî hebe, pêşî em ji xwe destpê dikin. Li Sûrê deh zarokên 12-13 salî li zarokek didan. Kesên ji wê derê derbas bûn mudaxele nekirin. Me mudaxele kir, dûre me dît her kes li hev kom bû. Divê carna mirov bibêje ‘bisekine.’ Tişta ku em jê re dibêjin bê refleksî ev e. Carna dema ku mirovek dikeve erdê, em wî/wê ji erdê radikin pir minetdar nêz dibe lewre tu kes dest navêje kesên dikevin erdê wan ranake. Bi sedan kes derbas dibin lê ranakin. Evqas bêrnixbûn, bi rewşê ve girêdayî ye. Hesta bênirxbûnê bi hêz e. Yek ji şikestinên herî mezin ên ji ber polîtîkayên şerê taybet çêbûye ev e. Bênirxbûn an jî girseyeke ku hewl dide vê bênirxbûnê bi qehremaniyeke mezin an jî bi marjînalbûyînê dagire heye. Hesta bênirxbûnê pir bi pêş ketiye lê li dijî kuştina Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş têkoşîneke kêm an jî zêde hebû. Ev aliyekî rast bû. Ji ber vê yekê hê jî hêvî ji jinan heye.”

Ji aliyê şerê taybet ve di fîlman de tîpolojiyên Kurd

Rojda Yildiz diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet di rêzefîlm û fîlman de tên meşandin, da zanîn ku di van fîlman de awayê nîşandana jinên Kurd, erîşeke li dijî nasnameya jinên Kurd e û wiha berdewam dike: “Jin bi awayê bêçare û belengaz tên nîşandan. Di wan fîlman de mêreke ku Kurd nîn e tê, piranî leşker e, wê rizgar dike. Civakek û nasnameya jinan nabe ku ewqas biçûk were xistin. Rastiya civakeke nabe ku ewqas were berevajîkirin. Jixwe hêviya me ji çanda populer tune ye lê nabe ku têkiliyên ewqas eletewş û nelihev bi riya fan fîlman ewqas werin normalîzekirin. Mixabin gelek kes li van fîlman temaşe dikin. Dîroka dewletê jî her dem wisa ye. Her dem dîroka lîder û leşkerek tê vegotin lê behsa gelê ku li wê derê hatiye kuştin û rastî destdirêjiyê hatiye nayê kirin, nayê dîtin lewre tişta ku em jê re dibêjin bênirxbûn ev e. Ev yek polîtîkaya şerê taybet e.”

Rojda Yildiz balê dikşîne ku di serî de Kurd li dijî êrîşên li ser nirxên bi saya wan civak çêdibe têkoşînek çawa divê were meşandin û çîroka strana “nan” wiha vedibêje: “Di şerê Îran û Iraqê de bi taybetî li herêma Kurdan ji ber ku xizanî pir zêde ye, vê stranê li ser wê herêmê hatiye gotin. Îran dikeve hinek bajarên Iraqê. Jin li dijî krîza heyî nan li tenûrê didin. Li her derê tenûran çêdikin nan lêdidin û belav dikin. Jin pê re xwe bi rêxistin dikin, rojane nan belav dikin. Dema ku mirov hewl didin nan bigrin, pê li hev dikin û gelek ji wan dimrin. Bi nêzbûna şer re, jin ji bo ku zarokên xwe yan jî civaka xwe biparêzin, li ser piyan bimînin bi nanê ku pîroz e destpê dikin. Behsa şer tê kirin lê dîroka jinan baş nayê vegotin. Dîroka jinan rasttir e, zêdetir mirovî ye û li ser pirsgirêka civakê ya yekem disekine. Pirsgirêka civakê ya yekem li wê derê birçîbûn e lewre.

‘Divê mirov ji ku destpê bike?’

Ger têkoşîn were meşandin divê destpêkê mirov a yekem lêpirsîn bike. Divê pirsa destpêkê mirov ji ku destpê bike were pirsîn? Polîtîkaya şerê taybet, ji ber ku pir berfireh e dibe ku mirov di her warî her tiştî jiyanî bibîne êdî. Her pirsgirêk, her krîz çareseriya xwe di nava civakê de dibîne. Mînaka wan jinên ku ji bo nan têkoşînê meşandine pir bi nirx e. Ger îro krîza civakî ya ku dewletê çêkiribe hebe wê demê divê ku civak bi xwe çareseriyê bibîne.”

Jineolojî ji krîzan re çawa çareseriyê dibîne?

Ji bo pirsa; “Li dijî krîza civakî û rizînê Jineolojî ku zanista jinan e; çareseriyeke çawa pêşniyar dike” Rojda Yildiz vê bersivê dide: “Hûn dizanin di pêvajoya Rojava de gelek êrîş li ser Jineolojiyê çêbûn. Rêveberiya Şara jî digot ‘Jineolojiyê rakin.’ Jixwe di encamê de dewlet ji aqilê mêr e, ev rastiyek e lewre enerjiyan jinan ewqas çors û hişk nabe. Evqas dogma nabe, her dem lêpirsîn dike. Aqilê dewletê dogmatik e. Ji bo bekaya dewletê her tiştî dike, her tiştî rewa dibîne. Jineolojî aqilê dewletê jî analîz dike. Tenê jinan nagire dest, di heman demê de hemû tiştên li ser jiyanê derdixe holê. Ji ber wê serhildan û raperînên gel girîng in. Li hemû refleksên civakî dinêrin û li wê derê li çareseriyê digerin. Hejmara nû ya Kovara Jineolojiyê li ser aştiyê ye. Mijarên li ser şîdetê jî dê hebin lewre li ser koka pirsgirêkê hûr dibe.”

‘Têkoşîn rastî ye divê civak hêza xweparastinê bibîne’

Rojda Yildiz, diyar kir ku xweparstin û rêxistinbûn dê li dijî êrîşan bibe mertal û gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Me Gulistan Doku nas nekir lê jiyan û mirina wê rastiyek e. Hemû bûyerên kuştina jin û zarokan rastî ne lê bi qasî wan têkoşîn jî rastiyek e. Xwestin pêşî li têkoşînê bigrin. Yek ji mafên herî bingehîn ê mirovan mafê xweparastinê ye. Nabe ku em vê yekê tenê bi hiqûqê ve girê bidin. Îro giyayek jî xwedî mekanîzmaya xweparastinê ye. Ji ber wê divê mirov pir li ser mafê xweparastinê bisekine lê ger em vê tenê ji siyaset, burokrasî yan jî hiqûqê hêvî bikin jixwe dê şaş be. A rast û pêwist xeparastina civakê ye, zêdetir encam digre. Ev xweparastin, bi rêxistinbûn, hevgirtin û yekîtiyeke mezin pêkan e. Rastiya me û jiyana ku mafê bingehîn e ji bo mirov, di bingehê de mafê parastinê ye. Hêza xweparastinê dê mirov bi xwe bibîne.”