Rojbûna kurê xwe li ber zindanê pîroz kir
Çalakvana mafên karkeran Jalali Setareh a ku bi awayekî bêhiqûqî girtina kurê xwe şermezar kir, duh çû ber zindana Evînê, hem rojbûna kurê xwe pîroz kir hem jî li hemberî bêedaletiya ku tê jiyîn bertek nîşan da.
Navenda Nûçeyan– Çalakvana mafên karkeran Hirad Pirhadaghî, li zindana Evînê ya Îranê dîl girtî ye. Jalali Setareh a dayika Hirad Piradaghî, li ber zindanê rojbûna kurê xwe pîroz kir û daxwaza edaletê kir.
Tevahiya rojê li ber zindanê rûnişt
Jalali Setareh da xuyakirin ku 29’emîn rojbûna kurê wê ye û duh tevahiya rojê li ber zindanê rûnişt. Jalali Setareh a ku dîlgirtina kurê xwe şermezar kir got; ‘ji bo bi kefaletê were berdan daxwaza me ya 800 milyon tomarê Îranê çêbû. Lê ruxmê vê daxwaza me nehat berdan’ li hemberî bêedaletiya ku tê jiyîn bertek nîşan da.
Jalali Setareh çalakiya xwe li ser medyaya mecazî jî parve kir.