Rojbûna Abdullah Ocalan li gundê Elpelûrê hat pîrozkirin

Şêniyên kantona Firatê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” 4’ê Nîsanê bi şahiyeke girseyî li gundê Elpelûrê pîroz kirin.

Kobanê- Bi sedan ji şêniyên kantona Firatê-Kobanê îro rojbûna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a 75’emîn ku di 4’ê Nîsana 1949’an de li bajarê Rihayê ji dayik bûye pîroz kirin. Pîrozbahî li gundê Elpelûrê yê li Rojavayê Kobanê pêk hat ku ev yekemîn gundên Rojavayê Kurdistanê yê Abdullah Ocalan di 2’ê Tîrmeha 1979’an de çûye wê derê ji lewre weke gundê Ocalan tê binavkirin.

Di şahiyê de jin, mêr û  ciwanên Kobanê bi cil û bergên gelêrî, rêveberên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û hwd. amade bûn.

‘4’ê Nîsanê vejîna jinên azad e’

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, pişt re endama Kongreya Star Arîn Kobanê wiha axivî: “Îro bi kesayet û rojbûna Rêber Apo re, vejîna tevahî gelê Kurd û mirovahiyê ye. Her wiha 4’ê Nîsanê salvegera vejîna jinên Kurd ên ku li dijî terora DAIŞ’ê şer kirin û bi ser ketin. Ji bo vê jî salvegera YPJ’ê bi rojbûna Rêber Apo re watedartir dibe. Rêber Apo ne tenê em kirin xwedî hebûn, ji bo ku em hebûna xwe jî biparêzin em kirin xwedî vîn. Ji bo vê jî em ê bi vê zanebûnê xwebûna xwe misoger bikin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi dest bixin.”

Paşê bernameya şahiyê bi komên Tevgera Hîlala Zêrîn û Tev-Çand yên muzik, şano û govendê her wiha hunermend Hisên Xanî domiya. Di şahiyê de bênavber dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Şahî bi gerandina govendê û tilîliyan bi dawî bû.