“Rojane pêdivî bi têkoşîna li hemberî tundiyê heye”

Jinên bajarê Helepçe sedemên tundiya li herêma wan tê kirin anîn ziman û gotin: “Tunditujî ji ber sedema xirabiya rewşa jiyanê zêde dibe. Li hemberî qeyîrana heyî ti çareseriya hikumetê nîne, ev jî bi xwe re zêdebûna tundiyê tîne. Ji ber wê jî rojane pêdivî bi têkoşîna li hemberî tundiyê heye.”

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe – Her sal li Herêma Başûrê Kurdistanê rêjeya tunditujiya li beramberî jinê zêde dibe. Torên civakî, perwerdeya malbatê û qeyrana heye hinek ji sedemên sereke yên zêdebûna rêjeya tunditujiyê ne. Li nava kolanên Helepçeyê me sedema vê yekê ji jinan pirsî, em bi hev re li bersivên wan binêrin.
“Hewceye her roj li hemberî tundiyê têkoşîna bê kirin”
Xwendekar Ruya Rêkewt dibêje: “Tenê rojek têra rawestandina şidetê nake. Em jin dikarin têkoşîna li diji tunditujiyê bikin sedemek sereke ji bo destpêkirina çalakiyan û pêşîlêgirtina tunditujiya li beramberî jinê. Divê jin bêdeng nebin û şerm nekin şiyarbin daku pêşî li zêdebûna tuniditujiyê bigrin.”
“Tundî ji ber xirabûna rewşa jiyanê zêde dibe”
Duniya Emer a di nava bazara bajêr de firoşgehek wê heye jî di bazarê de nêrîna li jinan wiha anî ziman: “Divê ji zaroktiyê, zarok werin perwerde kirin û li ser tunditujiyê werin şiyarkirin. Tunditujî ji ber sedema xirabiya rewşa jiyanê zêde dibe.”
“Li hemberî qeyîrana heyî ku dibe sedema tundiyê çareseriya hikumetê nîne”
Mamosta Gulîzar Yusuf jî ji bo bandora tundiyê ya li ser jiyanê û zarokên dibistanê û pêşî lê girtina wê wiha dibêje: “Rojek tênê nikare tundiyê kêm bike, divê hewildanên zêdetir û baştir werin kirin da ku tunditujiya li beramberî jinê tê karanîn kêm bibe. Herî zêde tundîtujî li beramberî jinê tê kirin, ji ber hikumet tu çareseriyan ji bo kêmirina tunditujiyê nabîne, nikarin tunditujiyê bi temamî rake. Lê belê ger hewil bidin ev rêjeya ku heye were kêmkirin dê bi demê re encamên erênî bi xwe re bîne.”