Li xezayê rola rojnamevanên jin hat nirxandin
Di panela li Xezayê hate lidarxistin de, astengiyên li ber rojnamevanên jin ên di pêvajoya biryargirtinê de û derfetên bihêzkirina rola wan di dîzaynkirina polîtîkayên medyayê de hatin nîqaşkirin.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Îro li Xezayê, di çarçoveya projeya “Dengên Azad: Li Xezayê Avakirina Baweriyê ya Rojnamegerî û Medyaya Hişmend a ji bo Zayenda Civakî” ku ji aliyê Navenda Pêşveçûna Civakî û Medyayê (CDMC) ve bi hevkariya WACC’ê ve tê meşandin de, rûniştineke diyalogê ya bi sernavê “Xurtkirina Beşdariya Rojnamevanên Jin a di Nîqaş û Polîtîkayên Medyayê de” hate li dar xistin.
Gelek rojnamevan û pisporên medyayê yên jin beşdarî rûniştinê bûn. Beşdaran, rewşa heyî ya jinan di avakirina polîtîkayên medyayê de, zehmetiyên sereke yên ku rê li ber beşdarbûna wan digirin û derfetên ji bo xurtkirina rolên wan di mekanîzmayên biryargirtinê de nîqaş kirin.
Di rûniştina ku ji aliyê rojnamevan Rîham Ebû Husnayîn ve hate rêvebirin de, beşdaran ezmûnên xwe yên di dema şer de û pirsgirêkên li ser bingeha zayendî ya civakî ku rê li ber jinan digirin ku di saziyên medyayê de bigihîjin pozîsyonên biryargirtinê nîqaş kirin.
‘Jinên rojnamevan jêhatîbûnên xwe yên di qadê de îspat kirin’
Xebatkara medyayê Mona Bekir, diyar kir ku jinên rojnamevan ên Filistînî di bin şert û mercên dijwar de serkeftina xwe îspat kirine û divê ew di pêvajoyên rêveberî û biryargirtinê yên saziyên medyayê de rolek mezintir bilîzin. Mona Bekir, tekez kir ku rojnamevanên jin ne tenê di pirsgirêkên jinan de, divê di qadên siyasî, aborî û stratejîk de jî rolek çalak bilîzin.
Hewldanên vederkirinê
Rojnamevan Hanan El-Rîfiyê, diyar kir ku di hinek saziyên medyayê û komeleyên pîşeyî de nêzîkatiyên kevneşopî berdewam dikin û destnîşan kir ku jinan piranî caran ji bo piştgirî dayîna biryarên hatine girtin tevlî pêvajoyê tên kirin, lê di pêvajoya biryargirtinê de nûnertiya têrker nayê dayîn.
Hanan El-Rîfiyê, diyar kir ku rojnamevanên jin di sendîka û saziyên medyayê de bi hewldanên vederkirinê re rû bi rû dimînin û hinek jin ji bo ku nebin namzetên pozîsyonên lîderiyê rastî zextan tên û da zanîn tevî vê yekê jî hevgirtina di navbera rojnamevanên jin de di guhertin û bidestxistina mafan de rolek girîng dilîze. Hanan El-Rîfiyê, destnîşan kir ku jinan bi têkoşînên xwe yên hevbeş di hinek rêxistinên medyayê de mafên nûnertiyê bi dest xistine, lê hêj di deverên bêbandor de tên sînordar kirin.
‘Rojnamevanên jin di eşkerekirina çîrokên mirovî de roleke girîng dilîzin’
Rojnamevan Nesrîn Radî jî, nêzîkatiyên cuda yên rêxistinên medyayê yên li hember rojnamevanên jin vegot û diyar ku di demên berê de ji ber ku dixwest wekî nûçegihana qadê bixebite, ji aliyê rêxistinekê ve hatiye redkirin.
Nesrîn Radî, diyar kir ku rêxistinek bi awayekî eşkere jê re gotiye ku ew rojnamevanên jin ji bo xebata qadê nagirin kar, lê bi saya baweriya ku di rêxistinan dixebite, di tevahiya pêvajoya şer de li qadê xebitî û îspat kir ku mifteya serkeftinê jêhatîbûna pîşeyî ye. Nesrîn Radî, wiha got: “Rojnamevanên jin ên Filistînî tevî hemû xetereyan jî karê xwe didomînin û rojnamevanên jin piştî kuştin, birîndarbûn an jî girtinê jî karê xwe didomînin û di eşkerekirina hinek çîrokên mirovî de roleke girîng dilîzin.”
Kapasîteya jinan a pêşxistina performansa saziyan
Xebatkara medyayê Mey Ebû Huseyn, ezmûna xwe ya bandorkirina li ser polîtîkayên edîtorî ya li saziya kar dike parve kir û diyar kir ku ev encama hewldanek demdirêj e. Mey Ebû Huseyn, got ku rojnamevanên jin di destpêkê de bi qasî dihat xwestin beşdarî pêvajoyên biryargirtinê nedibûn, lê civînên nirxandinê yên birêkûpêk ên ew pêşniyar kiriye, di dawiyê de di nava saziyê de bûye pratîkek girîng.
Mey Ebû Huseyn, diyar kir ew guhertinên ku navên rojnamevanan di nûçeyan de cihdigre pêkaniye û tekez kir ku dema derfet ji jinan re tê dayîn ku beşdarî pêvajoyên plansazkirin û biryargirtinê bibin, dikarin di pêşketina saziyan de tevkariyên girîng bikin.
Zehmetiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin
Di rûniştinê de li ser zehmetiyên veguhastin, ragihandin û radestkirina nûçeyan ên ku rojnamevanên jin di dema şer de pê re rûbirû mane her wiha pratîkên newekhev ên di hin saziyên medyayê de hatin nîqaşkirin. Beşdaran, rola girîng a rojnamevanên jin a di belgekirina binpêkirinan, eşkerekirina pirsgirêkên jinan û hilberandina naveroka medyayê ya bihişmend a zayendî ya civakî de destnîşan kirin.
Di dawiya rûniştinê de, beşdaran diyar kirin ku rojnamevanên jin ên Filistînî di bin şert û mercên herî dijwar ên şer de jêhatîbûna xwe îspat kirine û tekez kirin ku pêwîst e polîtîkayên sazûmanî werin pêşxistin ku beşdariya wekhev a jinan a di rêveberiya medyayê, meqamên serokatiyê û pêvajoyên biryargirtinê de misoger bikin.
Pêşniyarên di panelê de hatin kirin
Beşdaran, pêşniyar kirin ku divê nûnertiya rojnamevanên jin di saziyên medyayê û mekanîzmayên biryargirtinê de zêdetir bibe. Her wiha polîtîkayên ku derfetên wekhev misoger dikin werin pêşxistin û di xebata medyayê de perspektîfa zayendî ya civakî were bicihkirin.
Her wiha beşdaran daxwaza zêdekirina bernameyên rêveberî û pêşketina pîşeyî ji bo rojnamevanên jin, xurtkirina hevkariyan û avakirina torên ku piştgiriya parvekirina ezmûnan dikin kirin.
Beşdaran, destnîşan kirin ku tevî dijwariyên şer, sendîka û saziyên medyayê hewl dane ku piştgiriya rojnamevanan bikin û tekez kirin ku di serdema pêş de ji bo rojnamevanên jin werin parastin, rolên wan ên rêveberî xurt bibin û beşdariya wan a tevahî ya di pêvajoyên biryargirtinê de bê misoger bikin, pêdivî pêşxistina mekanîzmayên domdar heye.