Roja Kobanê bi peyamên berxwedanê hat pîrozkirin

Bi sedan ji şêniyên herêma Firatê Roja Cîhanî ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê bi şahiyekê pîroz kirin. Jinan diyarkirin ku dê bi rihê berxwedana li dijî DAIŞ êrîşên dewleta Tirk jî têk bibin.

Kobanê - Şervanên YPJ/YPG di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ ku li Kobanê di dirêjahiya 134 rojan de qewimî, têkoşîneke bê hemba nîşan dan ku bala mirovahî hemû kişand. Ji ber vê 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya piştevaniya bi berxwedana Kobanê re hat ragihandin ku her sal di heman dîrokê de tê pîrozkirin û mirovahî li derdor Kobanê dicive.

Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser a herêma Firatê şahî di bin silogana ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li parqa 19’ê Tîrmehê birêxistin kir. Di şahiyê de şêniyên kantona Kobanê, navçe û gundewarên wê, gaziyên şerên li dijî DAIŞ, deste û buroyên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, Partiyên Siyasî û ciwan amedebûn.

Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, pişt re Cîgira Encûmena Cîbicîkar Mizgîn Xelîl axivî.

‘1’ê Mijdarê cîhan li derdora Kobanê civiya’

Mizgîn Xelîl wiha got: “Me li dijî çeteyên DAIŞ ku ji bo hemû mirovahiyê xeteriyeke mezin bû, li berxwe da û serketin. Ji ber vê peyama ku em îroj weke şêniyên Firatê bidin ewe ku emê bi rihê berxwedana Kobanê û 1’ê Mijdarê li hember dagirkeriya dewleta tirk serî hildin û di vê axa pîroz de têk bibin. Çawa ku hemû mirvahiyê di vê dîrokê de piştgirî dan Kobanê û herikîn qadan, divê ku em vê dîroka berxwedan, hevgirtin û têkoşînê, li dijî faşîzma dewleta tirk jî dubare bikin. Ji xwe hemleya ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd çareserî’ careke din xwedî derketina mirovahiyê li vê berxwedanê nîşan dide.’

Piştre bernameya şahiyê bi hundermên Yekîtiya Hunermendan ya herêma Firatê û komên Tevgera Hîlala Zêrîn birêve çûn ku govend dihatin gerandin. Di şahiyê de bê navber siloganên ku berxwedana Kobanê û gelê Kurd silav dikin, hatin berzkirin.

‘Kobanê rûmeta me ye em ê biparêzin’

Zêno Îsa ku beşdarî şahiyê bibû, wiha got: “Dema ku DAIŞ êrîşî Kobanê kir, ez derbasî Pirsûsê bûm da ku nêzî Kobanê bim û li benda rizgarkirina wê bim. Warê mirov, namûs û rûmeta mirov e. Ji ber vê Kobanê ji bo me rûmet û dayîka ku em nikarin bê wê bijîn û  divê em xwedî lê derkevin û biparêzin.  Bila ez hezar carî bi gorî xwîna şehîdan bim ku em bi saya wan îroj li hev kombûne û vê pîrozbahiyê lidardixin. Her wiha minetdariya herî mezin ji Rêber Apo ye ku ev hêz û vîn di me de çand. Îroj Rêber Apo di nava tecrîdeke mezin de ye ku divê em azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin. Ji ber vê emê têkoşîneke du alî bimeşînin ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî de rizgarbikin û dagirkeriya dewleta tirk vala derxin.”