Roja dadgeha Şerife Muhammedî hat eşkerekirin

Şerîfe Muhammedî a ku di girtîgeha Lakan ya Îranê de girtiye, piştî cezayê darvekirinê hat betalkirin, wê di 14’ê Mijdarê de yekem rûniştina wê pêk were.

Navenda Nûçeyan- Koma Kampanyayên Parastinê ragihand ku cezayê îdamê yê parêzvana mafê mirovan Şerîfe Muhammedî ku di 14’ê Tirmehê de hatibû dayîn, hat betalkirin û wê di 14’ê Mijdarê de rûniştina wê bê ditin.

Koma Kampanyayê da xuyakirin ku darizandina Şerîfe Muhammedî  vê care wê di şert û mercên bi temamî cuda de pêk were û got: “Senaryoya sexte ya ku ji aliyê wezareta karê hundir ve hatiye amadekirin, ji aliyê Dozger Raca û dadger Derviş Giftar ve hatiye pêkanin, sûcek sexte ya ‘ isyanê’ li dijî Şerîfe Muhemmedî rê li ber dayina cezayê darvekirinê vekir. Niha ev senaryo bi temami derket holê. Hemû aktîvîstên hûndir û ji derve, rêxistinên mafên mirov û karkeran bala xwe dan vê dozê.

Koma Kampanyayê her wiha ragihand ku komîteya lêkolînê ya Netewên Yekbûyî ( NY) û rêxistinên cur be cur  ên mafên mirovan pêşketina dosyayê dişopinin.

‘Divê demildest bê berdan ‘

Koma Kampanyayê  berxwedana Şerîfe Mihemedî ya li girtîgehê bibirxist û got: “Ji bilî beraetkirina hemû sucên der barê Şerîfe Mihemedî de tu biryar nayê qebûlkirin. Di vê demildest Şerîfe Mihemedî bê berdan.”

Şerîfe Muhammedî, di 4’ê kanuna 2023’an de  ji aliyê hêzên ewlekariyê li mala xwe hatibû bincavkirin û di çarçoveya dozên ku pêre rû bi rû mane di 9’ê Hezîrana 2024’an de yekem rûniştina wê hat kirin. Li Şerîfe Muhemmedî di 4’ê Tîrmehê de cezayê darvekirinê hat birin. Piştî kampanya û bertekan 11’ê Cotmehê cezayê darvekirinê hat betalkirin.