Roja Azadiya Ragihandinê

Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1993’an biryar hat dayîn ku 3’ê Gulanê weke roja azadiya Ragihandinê were nîşandan.

 
Navenda Nûçeyan - Ji roja ku çapemenî derketiye heta niha her tim rastî zextan hatine û mirov dikare bêje ji ber ku rojnamevan rasrî zextan tên roja 3’ê Gulanê wekî roja azadiya Ragihandinê hatiye diyarkirin. Rojek tenê têra azadiya ragihandinê nake. Divê hemû rojan ji bo ragihandinê bi awayek azad bikarin bi gel re parve bikin.  Ger mirov li dîroka ragihandinê binêre, ragihandin jî bi derketina mirovahiyê re derketiye. Bi wateyek berfireh ragihandin tê wateya; amûrên ku hemû cureyên nûçe bi riyên cuda çap dibin û bigihîjînin civakê, ji van re dibêjin rojnameyên ku rojane, heftane û her 15 rojan carekê tên belavkirin ajans, televîzyon û malperên civakî. Yek dide û yek distîne ev jî di navbera du kesan û du aliyan de pêk tê. Destpêkirina van cureyên nûçeyan taybetmendiyên gotinî tîne gel hev. Diyaloga di navbera du kesan de ji bo belavbûna nûçeyan hem di aliyê cih de, hem jî di aliyê demê de bi sînor dibe. Ev cureyên nûçeyan di vê agahiya kesên sêyem jê çêbibe. Bi îcadkirina nivîsê re di sedsala 20’an de êdî ragihandin wekî lingê çaremîn ê hêza cîhanê tê binavkirin. Em dikarin ragihandinê bi kurtasî wekî komkirina nûçeyan û belavkirina van nûçeyan bi nav bikin. Li gorî Marka Polo Împaratoriya Moxol ji bo nûçedayînê ji du sed hezar hespan sud wergirtiye. 
 Di qonaxa yekem de nûçegihanî  
Der barê nûçegihaniya Yunana kevin de qet em ne xwedî agahîn nîn in lê belê li wan meydanên ku jê re digotin Agora nûçe ji xelkê re dihatin qîrîn û karmendên ku vî karî dikirin hebûn. Di nava van deran de ew bûyerên dîrokî orile û bûyerên rojane jî efimerit weke rojnameyên rojane qeyd dikin.  
Di qonaxa Navîn de
Bi derketina nameyên biçûk di sedsala 13’an de ji aliyê Nouvella A la Main ve. Ew mirovên ku li Awropayê dijîn ji bo ku xebera wan ji tiştên ku çêdibe yên weke fikir, hunerî û tîcarî û bûyerên ku li derdora wan diqewimin hebe dixwestin xebera wan jê hebe ji ber wê ji nameyên biçûk derketin û wekî nameyên nûçeyan bûn êdî. Wê demê name bi biryara hikumeta Venedîkê dihat nivîsandin. 
Di sala 1440’an de derketina çapxaneyê
Ji ber bi derketina nameyan re ji bo da gelek name ji gelek cihan re werin şandin, ji ber vê yekê jî di sedsala 15’an de bi çapa zêdekirina nameyan derket holê. Bi çapkirina wan nameyan re êdî meqamên fermî dikarin bixin bin kontrola xwe, mirov dikare bêje di vê demê de sansurkirina nûçeyan çêbû.  
Madeya xam a ragihandinê kaxiz 
Awayê 10 kaxizên cuda Papiruswe. Misira kevin B.M 2000 sal ji nebata Cuperus Papyrus ku li ser wêne û nivîs dikare were nivîsîn dewrê kaxeza Papirus, li Rojavayê Anadolo li bajarê bargama cureyên Parşoma bi kar dianîn Pergamet yan jî parşomen ji çermê lawiran terbiye dikir û dibiriqandin û heta ku dianîn halê murekebê bikirana tiştek li ser binivîsin wisa dema ku papirus hat qedexekirin êdî li şûna wê çermê lawiran dihat bikaranîn.
Bi icada çapxanê re guherina Avrupa
Bi îcada çapxaneyê re di demek kin de bi rêya hostayên Alman ên çapê re çapxane lihemû deverên Awropayê vebûn. Di encama gihandina çapxaneyê de gelek Încîl hatin çapkirin. Bi vê ve girêdayî mereqa gel a ji bo xwendina pirtûkan çêbû. Heta wê rojê ew pirtûkên ku tenê rayader û papaz dikaribûn bixwînin êdî gel jî dikaribû xwe bigihîne wan pirtûkan. Bi vê gavê edî zimanên neteweyî bi pêş ketin û berhemên zimanên cuda zêde bûn. Bi taybetî bi dîtina pusûlayê re êdî welatên dûr nêzik bûn. 
Rojnamevan her tim rastî zextan hatine
Bi taybetî bi avabûna netewdewletan re û bi pêşketina teknolijiyê re êdî ragihandin bû lingê çarem ê dewletê bi derketina rojname, ajans, televîzyon û malperên dîjîtal re êdî destwerdanek berbiçav hat dîtin. Dewletê êdî li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe ragihandin jî bi kar anî. Di nava dewletê de kesê ku ne li gorî hizrên dewletê karê ragihandinê bikira ji aliyê dewletê ve yan dihat kuştin an dihat girtin an jî dihat windakirin. Heta niha bi hezaran ajansên ku hatine vekirin ji ber ne li gorî fikrên dewletê bûn hatine girtin.
Niha li seranserê cîhanê hejmara kesên rojnamevan ên bêkar gelek zêde ne û gelek ji wan ji ber her tim xwestine bûyeran bi hemû rastiyê belav bikin ji hêla rêveberên televîzyon, rojname yan jî ajansan ve ji kar hatine dûrxistin. Ew jî weke kesên li ser malperên xwe yên taybet êdî bûyeran şîrove dikin. Mirov dikare bêje êdî ragihandin ji hêla dewletên serdest ve tê birêvebirin. 
Li gorî endeksta Rojnamevanên Azad di nava 180 welatan de, welatê Tirkiyeyê di rêza 157’an de cihê xwe digre û Tirkiye weke girtîgehek herî mezin a rojnamevanan lê hatiye.
Ji ber bêmafiya ku li ser ragihandinê tê kirin her sal li Tirkiyeyê li ser hezaran nivîsan astengiya weşanê  tê kirin. Ecibandina nivîsek li ser torên civakê dibe sedema girtina kesan an jî rojnamevanan.