Roja 712’emîn: Em ê di têkoşînê ku aştiyê diparêzin de cih bigrin
Çalakiya nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 712’an de ye. Malbatê vê peyamê da; “Em ê di hemû têkoşînên ku aştiyê, mafê mirovan diparêzin de cih bigirin.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/03/20230304-20230304-senyasar-nobet-jpeg2c4769-image-jpgcd7fe4-image.jpg)
Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 712’em de didome.
Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye malbata Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand.
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal bi hashtaga "DengêMeJiEdaletêRe" ev parvekirin kir: “Em ê di hemû têkoşînên aştiyê, edaletê, mafê mirovan diparêzin de cih bigirin. Çi tişta ku divê neye jiyîn em dijîn. Enerjiya kesên rêya wan sîratil musteqîm e têk naçe, heta cihê ku biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin."