Roja 691’emîn: Daxwaza me daxwaza milyonan e

Malbata Şenyaşar a 691 roj in Nobeta Edaletê didomîne, wiha got: “Daxwaza me daxwaza milyonan e. Di nava sînorên hiqûqê de heta ku edalet bi cih were wê têkoşîna me bidome.”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 691’emîn de berdewam dike. Malbatê ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiya xwe li mala xwe domand. 

Daxwaza me daxwaza bi milyonan e

Malbatê li ser hesabê medyaya dîjîtal hesabên Waliyê Rihayê û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etîket kir û ev peyam weşand: “Di dîrokê her dem kesên bi ser ketine berxwedêr, bi sebir bûne. Di encama têkoşîna dayikê de heqîqet derketin holê. Daxwaza me daxwaza milyonan e. Di nava sînorên hiqûqê de heta ku heq cihê xwe dibîne wê têkoşîna me bidome.”