Roja 684’emîn: Kesên bêedaletiyê ji nedîtî ve tên dê winda bikin

Malbata Şenyaşar a Nobeta Edaletê bê navber didomîne, wiha got: “Kesên bêedaletiyê ji nedîtî ve tên ne tenê li Rihayê wê li seranserî welat winda bikin!”

Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 684’emîn de berdewam dike.

Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 

'Dê wenda bikin'

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: “Heta ku edalet neyê wê ev pankart li ber deriyê Edliyeya Rihayê bimîne. Sedemê derengmayîna edaletê parlamenterekî ku @akpartiurfayê qewirandî ye. Kesên bêedaletiyê ji nedîtî ve tên ne tenê li Rihayê wê li seranserî welat winda bikin!”