Roja 529’emîn: Şaxa OHD a Rihayê piştgirî da nobeta edaletê

Şaxa OHD’a Rihayê piştgirî da Nobeta Edaletê ya ku malbata Şenyaşar 529 roj in didomîne.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 529’emîn de berdewam dike. Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 529’emîn de berdewam dike.

Rastî gefên polîsan hatin

Dayik û kurê wê di saetên serê sibê ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê. Dayik û kur ku ji 8’ê tebaxê ve rûniştina li ber sihê ya li pêş edliyeyê ji wan re hatiye qedexekirin, rastî gefên polîsan hatin.

Piştrê malbat hat qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin, bi endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) re dest bi nobetê kirin. 

“Di edliye de rewş awarte ye”

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê jî ev parvekirin kir: “Em ê îro bi parêzerên xwe re li edliyeyê derbarê doza xwe ya ku ev 4 sal in bi biryara nepeniyê didome de muxatabek bigerin. Dayik di hundirê edliyeyê de ye, di edlileyê de rewş awarte ye.”